Jinên İpekyoluyê Newroz pîroz kirin
17:29
JINHA
WAN – Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Îpekyolu yê Aygul Bîdav di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinan de li taxa Halîlaxa bi jinan re hat bahev. Aygul li wê axivî û di axaftina xwe de balkişand li ser hilbijartinan û got: “Dê jin pêşengiya serkeftina hilbijartinên 30’ê Adarê bikin.”
Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Îpekyolu yê Aygul Bîdav beriya Newrozê li taxa Halîlaxa tevlî “Newroza jinan ya taybet” bû. Şahiya jinan ya Newrozê li buroya hilbijartinan ya taxa Halîlaxa ya Îpekyoluyê hat li darxistin. Hevseroka BDP’ê ya Navçeya Îpekyoluyê Nesîbe Akdax jî beşdarî Newroza jinan bû. Aygul di pîrozbahiyê de jin yek yek silav kir û bi wan re nîqaş kir.
‘Di 30’ê Adarê de dê jin pêşengiyê bikin’
Aygul bilvkir ku dê di 30’ê Adarê de jin pêşengiyê bikin û wiha got: “Her dem jinên kurd di dîrokê de rolê pêşengî û serkeftinê girtine. Dê di 30’ê Adarê de jî li Wanê jin pêşengiya serkeftinê bikin. Emê bi hev re pêşengiyê bikin û bi hev re bajar bi rêve bibin. Emê hemû aliyên Wanê bi rengê jinan bi rêve bibin.”
(zt)

