Hêro İbrahim Ehmed li Amedê ye

18:13

JINHA


AMED – Jina ku di dîroka Herêma Federala Kurdistanê de navê xwe bi nasnameya tekoşînê kolaye hevsero Serokê Giştî yê YNK’ê Celal Telebanî Hêro Îbrahîm Ehmed niha li Amedê ye. Bi minasebeta pîrozbahiya Newroza dîroki ya Amedê Hêro îro piştî nîvro hate Amedê.


Jig elek welatan şande hatine ji bo Newroza dîrokî ya 2014’an ya Amedê û hîna ji her derê diherikin Amedê ji bo roja dîrokî sibê. BDP’ê li Amedê malavahiya mêhvanan dike. Hevsera Serokê Gişti yê Yekîtiya Netewa Kurdistan (YNK) ê Hêro Îbrahîm Ehmed li gel şandeya pêre bû jî îro gihişte Amedê. Din ava şandeyê de Rêveberê Pîlot Buroya YNK’ê Mele Bextiyar Pîro, Endamê YNK’ê Sahdî Ahmed, Şalaw Kasert Resul Alî ji bo ziyaret kirina Ahmedê û beşderbûna Newroza sibê li gel Hêro Îberahîm hatin Amedê. Şande lî hewa alaniyê ji aliyê Hevseroka Gişti ya KCD’ê Aysel Tugluk, Parlrmenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, Cîgira Hevseroka Gişti ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş hat pêşewazî kirin.


‘Newroza 2014’an ji bo kurdan rojek pîr giring û dîrokiye’    


Di pêşewazîkirinê de çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan dan, lê Hêro daxuyanî neda. Mele Bextiyar Pîro daxuyaniyek kin da. Mele Bextiyar diyar  kir ku Newroza 2014’an ji bo gelê kurd xwediyê giringiyek pir mezine. Mele Bextiyar anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin dê sibê ber bi kîjan aliyî ve bê diyar kirin ew gelek mereq dikin. Mele Bextiyar da zanîn ku wan weke şandeya YNK’ê beşdarî li roja dîrokî Newroza Amedê ya sibê ya ku dê bibe wesîleya aştî û nîşana yekgirtinê kirine.


Pîştî axafirna Mele Bextiyar şande ber bi avahiya KCD’ê ve ketin rê.


(zt)