Şandeya jinên Norveçê Baxçeyê Hevselê ziyaret kirin

18:49

JINHA


AMED – Şandeya Jinên Partiya Kizil ya Norvêçê ya ku ji 3 jinan pêk tê bi boneya pîrozbahiyên Newroza Amedê hatine Amedê. Şandeya jinan nobeta Baxçekyê Hevselê yê ku îro di roja xwe ya dawiyê dene û dê nobeta xwe dewrî Newroza Amdê bikin ziyaret kirin. Şandeya jinan diyar kirin ku wan moarlek pîr mezin ji berxwedanan Baxçekyê Hevselê girtine û gotin: “Emê wêneyê van deran û berxedana gelê li vê derê bigirin û li gel xwe bibin. Emê wan wêneyan dî rojname û kovarên xwe de bixebitînin.”


Şandeya Jinên Partiya Kizil ya Norvêçê ya ku ji 3 jinan pêk tê bi boneya pîrozbahiyên Newroza Amedê hatin Amedê. Şandeya jinan nobeta Baxçekyê Hevselê yê ku îro di roja xwe ya dawiyê dene û dê nobeta xwe dewrî Newroza Amdê bikin ziyaret kirin. Endamên partiya Kizil ya Norveçê Turid Kjernli, Jorun Gulbrandsen û Beth Hartmann yên ku hatin Amedê û çun Baxçeyê Hevselê ziyaret kirin. Şandeya jinan diyar kirin ku wan moralek pîr mezin ji berxwedanan Baxçekyê Hevselê girtine û gotin: “Tekoşîna li hemberî birîna daran ji bo me pir giringe. Weke vê li Norveçê tekoşînek ya me ya bi vî rengî heye.”


‘Emê baxçeyê Hevselê bêxin rojeva xwe’


Turid Kjernli diyar kir ku li herêma başurê Narveçê jî ji bo derxistina petrolê dixebitin û bi vî awayî xwezayê qetil dikin û wiha got: “Xebatên ji bo derxistina petrolê masiyên li wê tên qetil kirin. Ji ber wê jî li wê qampên me yên bi vî awayî çêbûne. Niha bi serkeftî qediya lê hîna em di tirsin. Hema dibe ku cardin ev projeyane derkevin pêşiya me. Li Norveçê hereketek pir mezin ya derdor heye. Emê wêneyê van deran û berxedana gelê li vê derê bigirin û li gel xwe bibin. Emê wan wêneyan dî rojname û kovarên xwe de bixebitînin.”


‘Emê ji bo Azadiya Birêz Abdulah Ocalan bixebitin’


Jorun Gulbrandsen jî da zanîn ku cara yekê ye ew tevlî Newroza Amedê dibe û ji niha de kelecana wê dijî û wiha got: “Min ji kesên ku berê tevlî Newroza Amedê bûyîn bihîstiye. Min ji xwest ez bibim şahidê pîrozbahiyek wiha mezin û beşdarî vê roja dîrokî bibim. Ji xwe em piştevaniya tekoşîna kurdan dikin. Ji bo nîşandan vê pîştevaniya xwe ya ji bo tekoşîna kurdan em li vêderêne.” Jorun anî ziman ku gelê kurd jî bo bidest xistina mafê xwe tekoînê dikin û wiha domand: “Tevgera kurdan berfirehe. Tekoşînên cuda jî din ava xwe de dihewîne. Ji ber em ji tekoîşna vî gelî bawer dikin em li vêderêne. Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan Serokeke ji bo gelê xwe tekoşîn dike. Ji bo azadiya Birêz Abdulah Ocalan tişta em bikarin emê bikin û ji bo kirinê em amadene.”


(zt)