Hêro İbrahim Ehmed: Abdulah Ocalan kesayetek pîroze
08:54
Zehra DOGAN-Mizgin TABU/JINHA
AMED - Hevsera Serokê Gişti yê YNK’ê Celal Telebanî Hêro Îbrahîm Ehmed girêdayî Newroza Amedê ya dîroki ya ku dê sibê bê li darxistin de nêrînên xwe anî ziman û got: “Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji bo me kesayetek pîroze. Ez hêvîdarim ku dê bi peyama Birêz Abdulah Ocalan ya ku dê sibê bê xwendin re emê gavekedinê nêzî aştî û azadiyê bibin. Bila êdî tevayî gelê kurd aştiyê bibînin. Ez hêvîdarim ku gelê kurd dê fêkiyên tekoşîna xwe ya bi salan bigirin û bigihin azadiya xwe.”
Jina ku di dîroka Herêma Federala Kurdistanê de navê xwe bi nasnameya tekoşînê kolaye hevsero Serokê Giştî yê YNK’ê Celal Telebanî Hêro Îbrahîm Ehmed ji bo Newroza dîrokî hat Amedê. Hêro di derbarê pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin û Newroza Dîroki ya Amedê de nêrînên xwe ji JINHA yê re vegot. Hêro got: “Ez cejna Newrozê li hemû kurdan pîroz dikim. Ji ber ez li vê derê li gel gelê Amedê yê ku ez gelek jê hez dikim û ez sibê bi wan re Newrozê pîroz bikim ez gelek bi kelecanim.”
‘Li Amedê bûyîn ji bo min xeyaleke’
Hêro bilêv diyar kir ku Newroza Amedê ji bo wê xeyalek pir delale û wiha got: “Li vêderê bi kurdên Rojava re bûyîn min pir bi coş dike. Dê sibê bi beşdariya milyonan mirovan kêliyên pir watedar bên jiyan kirin. Ez hêvîdarim ku dê sibê peyamên yekgirtin, bihev re bûn û aşitiya kurdan bên dayîn. Sibê dê di aliyê kurdan de şoreşek bê jiyan kirin.” Hêro da zanîn ku mêvanên ku sibê beşdarî pîrozbahiyê bibin yekgirtin û bihev re bûnê nîşan didin û wiha domand: “Li Amedê hatina bahev, bi hev re pîrozkirina cejna Newrozê ji rojak wiha dîrokî re şahidî kirin berê ji bo çareseriyê xeyalekbû. Niha jî weke ku em xeyalekê dibînin. Lê dîtina xeyalek wiha nabe şansê herkesê. Em kurd ji bo dîtina xeyalek wiha bi salane têdikoşîn. Xeyalê bi hev rebûnê bi salane em êşa wê dikêşin û bedelan didin.”
‘Abdulah Ocalan ji bo me kesayetek pîroze’
Hêro girêdayî Newroza Amedê jî nêrînên xwe anî ziman û wiha berdewam kir: “Birêz Abdulah Ocalan ji bo me kesayetek pîroze. Ez hêvîdarim ku dê bi peyama Birêz Abdulah Ocalan ya ku dê sibê bê xwendin re emê gavekedinê nêzî aştî û azadiyê bibin. Bila êdî tevayî gelê kurd aştiyê bibînin. Ez hêvîdarim ku gelê kurd dê fêkiyên tekoşîna xwe ya bi salan bigirin û bigihin azadiya xwe.”
‘Jinên çar aliyê Kurditanê pêvajoya çareseriyê girtine ser milê xwe’
Hêro bilêv kir ku pêvajoya çareseriyê ya k udi Newroza 2013’an de despêkirî jinên kurd girtine li ser milê xwe û wiha pêde çû: “Jinên Rojava aştî avakirine. Em jinên başur jî bên ba hev di pêvajoyê de emê berên bingehîn ava bikin. Ev mînak ji bom in pir giringe. Jinên DOKH’ê li vêderê xebatên giring bi rêve dibin û ji bo çareseriyê cihê xwe di pêş de digirin.” Hêro destnîşan kir ku her jinek kurd ji bo tekoşîna xwe şoreşgereke û wiha axivî: “Ji ber nasnameya min ya şoreşgeriyê her kes min weke şoreşgerekê nasdike. Di cîhanê de wiha têm naskirin. Li vê derê jî jinên kurd ji bo min dibêjin şoreşger. Ez tevlî vê dibim. Ne tenê ez lig ora min her jinek kurd şoreşgere. Ji ber niha her jinek kurd êş kişandiye û bedel daye. Em vê tucarî ji bîr nakin. Ji ber min rol pêşengiyê girtiye têm naskirin. Lê li pey min bi milyonan jinên tekoşer û xwediyê kedên mezin hene.”
‘tekoşîna jinên kurd ewqas mezine ku bi qasî tê xwestin nehatiye dîtin’
Hêro diyar kir ku li Herêma Federala Kurdistanê jin bi navê bavê xwe tên naskirin û axivî: “Lê her kes min weke Hêro dizanin. Bavê min jî dibêji: ‘Keça min şoreşgereke. Ew bi navê xwe tê naskirin. Bê xwestin min jî weke bavê Hêro nasbikin.’ Di salên minê ji tekoşînê dagirtî de bavê min û Celal Telebanî alîkariyek gelek mezin dane min. Ew tucarî li hember fikira jina pêşeng derneketin.” Hêro da zanîn ku jinên Herêma Federala Kurdistanê jî xwediyê nasnameyek ya tekoşînê ne û wiha got: “Nimune di sala 1927’an de jinek hebû. Ev jin ajovanê texsiyê bû. Bi vê ajovaniya xwe partiyek ya jinan avakir. Jinê weke vê di tekoîşnê de xwediyê kedên mezin li başur mirov dikare gelek mînakan bide. Bi rastî jî dema ku mirov li tekoşîna kurdan binêre mirov dikare bi hezaran mînakên jinên tekoşer bibîne. Gelek ji van jî weke qehremanên bê nav çune. Heta niha navê jinên berxwedanvan û bi hêz yên di dîrokê de beşek biçuk dixwiyên. Hişmendiya jinên kurd ya li tekoşînê bi qasî ku hatiye jiyankirin nayê dîtin.”
Hêro axaftinên xwe hiha bi dawî kir: “Ez cejna Newrozê li hemû gelê kurd pîroz dikim. Ji ber ez li vê derê li gel gelê Amedê yê ku ez pir jê hez dikim û ezê sibê bi wan re Newrozê pîroz bikim ez gelek bi kelecanim.”
(zt)

