Amed ji bo Newroz dîrokî amadeye

10:47

JINHA


AMED – Ji bo Li Amedê pîrozkirina Newroza dîrokiya 2014’an ji niha de mirov mîna pêlên zeryayê diherikin qadê. Qada Newrozê ya ku tevahiya cîhanê eleqeyek mezin nîşan didin bi rengên kesk, sor, zer, mor, ala, û panqartan hat xemilandin. Di saetên serê sibê de pîrozbahiyan despêkir. Li qadê bi tevlîbûna milyonan mirovan kêliyên bi kelecan û coş tên jiyan kirin. Amedî hemû daketine qada Nwrozê. Bajar êdî weke heyaletan lêhatiye.  


Newroza ku ji dema Kawayê şoreşger heta niha berdewam dike, weke her salî îsal jî li Amedê bo organîzayek mezin tê pîrozkirin. Weke dîroka xwe ya derbasbûyî îsal jî bi tevlîbûna milyonan amadekarî hatine kirin. Rojek berê welatiyan li qadê hemû amadekariyên pîrozbahiym qedandine. Hem xemilandina qadê, hem vedana çadiran û bi her awayî amadekariyên mezin hatine kirin. Li qadê panqartên biz iman û zaravayên weke kurmancî, kirmanckî, tirkî, û înglîzî hatine vekirin. Herwiha pêvajiya çareseriyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatibû despêkirin. Niha dê peyama berdewama pêvajoyê bê xwendin di vê roja dîrokî de. Peyamê di rojeva yekem ya Newrozê de cih girtiye. Her kes bi kelecan li benda xwendina peyamêne. Li gel vê jî li qadê bi qampanye ya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” li 5 nokteyên cuda îmza tên komkirin. Bi telebên azadiya Abdulah Ocalan bi milyonan mirov li qadê bi yek dengî diqêrin û duruşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz dikin.


Li tevahiya cîhanê eleqeyek mezin ji bo Newroza Amedê heye


Lig ora sala derbasbûyî îsal di asteke gelek mezin de mêvan ji der ve hatine. Di pîrozbahiya Newroza Amedê ya îsal de li gel mêvanan parlementerên BDP û HDP’ê, siyasetvanên kurd, Tevgera Jinên Azad û Demokrat, şaredar û namzetên hevşaredarên BDP’ê, ji Tirikyê gelek ronakbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmendar û akademîsyen hatine. Ji Rojhilata Navîn, Ewrupa, Efrîqa, Emerîqa, Avusturya jî gelek rêveberiyên partiyên siyasî, rêxistinên sosyalîst, aktîvîstên jinan, dostên kurdan, hunermend, rojnameger, nivîskar, akademîsyena cih girtin. Newroza îsal li Amedê bi beşdarbûna di serî de ji hemû navend û navçeyên herêmê, Rojava û başur jî û ji Tirkiyê jî gelek kurdistanî hatine Amedê û diherikin qada Newrozê. Rojek berê welahî harikîne qadê û li qadê alayên PKK, KCK, HPG, YPG, KJB, BDP û konfederalîzmê, li gel posterê Serokê PKK’ê Abdulah hatin vekirin. Li kêleka dikê li ber protokolê jî bi 8 zimanan “Newroz pîroz be” hatiye nivîsîn. Welatî bi cîl û bergên xwe yên rengaren daketine qadê.


Li Amedê Newroza dîrokî amadeye


Li qada ji bo pîrozbahiyê li benda bi milyonane pankartên weke “Tehmula me nemaya ji bo bê Serok salekedinê 21’ê Adarê pîroz bikin”, “Newroz serhildana gelê mezlum ya li hemberî zilma dahaqane”, “Heger Serokê Azad û Welatê Azad Nebe Aşîtî jî Nîne”, “Yan muzakere Yan Şer”, “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”, “Di Kurdistanan Azad de Jina Azad û Şoreşger Şerê Xweseriya Demokratîk” û wêneyên 3 jinên siyasetvan yên kul i Parîsê hatin qetilkirin û wêneyê gelek kesayetên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Li ber  platgormê jî dev posterê bi sernivîsa “Serokatiya Azad Kurdistana Azad” hatiye vekirin. Îsal nokteyên lêgerê li qadê çênekirin. Heta saetên dereng herikîne welatiyan ya qada Newrozê dê berdewambike.


Amed ji bo pîrozbahiya Newroza dîrokî amadeye.


(zt)