Twitter hat girtin
10:58
JINHA
AMED - Malpera civakî ya parvekirinê Twitter, piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di encama serlêdana Dozgeriya Komarê ya Stenbolê de hat girtin.
Piştî daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan ên digot, "Biryar ji dadgehê derket. Twitter miwitter emê koka hemûyan bîne. Civata navneteweyî wê vê bêje, vê nabêje. Min qet eleqedar nake. Wê hêza Dewleta Komara Tirkiyeyê bibînin. Ti eleqeya vê bi azadî mazadiyê re nîne" twitter hat girtin. Li Tirkiyeyê ji nîvê şevê ve ti bikaranîner nikarin xwe bigihêjînin hesabên xwe. Bikaranînerên dixwazin bikevin twiterê li nivîsa "Der heqê vê malperê (twitter.com) de li gorî biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenboê ya bi hejmara dema 20/03/2014'an, ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê ve tedbîra parastinê heye" rast hatin.
Nerazîbûna yekemîn a li hemberî girtina twitterê ji DYA hat. Wezîrê Berdevkê Karên Derve ya DYA ji bo pirsa li ser qedexeya Twitterê ya li Tirkiyeyê got, "Mîna ku me beriya niha jî got, di warê pêşniyarên girtina malperên Medya Civakî de, em gelekî bi fikar in." Endama Komîsyona Ewropayê ya ji Stratejiyên Dîjîtal Berpirsyar Neelie Kroes jî nerazîbûn nîşanî vê qedexeya li Tirkiyeyê da. Kroes got, "Qedexeya twitterê li Tirkiyeyê, ne rast e, bê wateye û tirsonekî ye. Gelê Tirk û civata navneteweyî dê vê weke sansurê bibîne."
Ji Twitterê daxuyanî
Malpera parvekirina civakî twitter a navenda wê li DYA ye, der barê qedexeya li Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û got, "Em nûçeyên der barê mijarê de lêkolîn dikin."
Di daxuyaniya ji Twitterê de pêşniyar li bikaranînerên li Tirkiyeyê kir ku bi servîsa mesaja kurt a telefonên xwe yên destan re tweetan biavêjin. Ajansa nûçeyan a Reutersê jî nûçeya "Çend aset piştî gefa Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Twitter duh li gelemperiya Tirkiyeyê hat astengkirin" ji aboneyên xwe re ragihand.

