Li Kobanê cejna Newrozê

11:10

JINHA


KOBANÊ -  Tevî êrîşên komên çete yên li ser herêma Kobanê jî bi hezaran welatiyên li Herêma Xweser a Kobanê ji saetên sibê ve berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku bi deng û rengên xwe diçin qadê, bênavber diruşmeyên dilsoziya bi YPG'ê re berz dikin.


Welatiyên Kobanê îro ji saetên sibê ve ji her çar aliyên herêmê ber bi çiyayê Meşte Nûr ku pîrozbahiya Newrozê lê tê lidarxistin diherikin. Welatiyên ku cilên herêmî lixwekiribûn û alên kurî di destê xwe de rakiribûn bê navber diurşmeyên dilsoziya bi YPG'ê re berz dikirin.


Hêzên asayîşê bi armanca parastina ewlekariya welatiyan riyên ketina qadê girtine û li ber deriyên ketina qadê hemû welatiyan kontrol dikin. Li aliyê din hezar kesên ku bi dil darî ji bo parastina qadê Newrozê zincîrek li dora qadê çêkirine.


Dika bernameyê jî bi pankartin bi nivîsên ''Ji Rojava ya Azad ber bi Sûriyeke demokratîk ve'', ''Hêza Ciwan bi tevlîbûna YPG'ê wateya xwe ya rastî diparêze'' û Newroz cejna azadiya gelan e'' bi zimanên kurdî û erebî hatiye dalqadnin.


Welatiyan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG'ê re berz dikrin.