Newroza Amedê ya dîrokî despêkir

12:24

JINHA


AMED – Bi tevlîbûna milyonan Newroza dîroki ya Amedê ya 2014’an despêkir. Di Newroza ku ji gelek welatan beşdarî kirine Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û got: “Em di ferqa wê dene ku ji bo pêvajo bi awayekî tendurust berdewambike divê Serokê me bê berdan.” Her wiha Zubeyde bang li bi milyonan kir ku ji bo kampanyeya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” baldarbin û tevlî bibin.


Newroza Amedê ya ku weke mîras ji Kawayê şoreşger mayî îro bi tevlîbûna milyonan despêkiriye. Qada Newrozê bi posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û alayên konfederalîzmê vegeriyaye bexçeyê gulan. Pîrozbahî bi ditiranên hunermendên kurd berdewam dike. Meşa Ciwanên BDP’ê ya ku bi armanca “Azadiya Ocalan” hat li darxistin li qadê ji aliyê milyonan ve bi duruşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Bixêr hatin ciwanên Serok Apo” ve hatin pêşewazî kirin. Ji bo Peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya bi boneya Newroza Amedê şandî gelek ji gelek welatan rojnameger xwe gihandin Neroza Amedê. Her wiha li gel rojnamegeran jî gelek mêvan ji herêmê, Rojava, başur û jig elek welatên weke Latîn Amarîka, Bask, Îtalya, Bolîvya û gelek welatên Rojhilata Navîn hatîn. Jig elek welatên cîhanê mêvanan di protokolê de cîh girtin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdane despêkir û paşê jî sîroda “Ey reqîp” hat xwendin. Piştî xwendina sîrodê bi yek dengî û yek nefesê diqêriyan û duruşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Li gel lîlandinên jinan bi milyonan silav ji şoreşa Rojava re şandin û duruşmên weke “Silav ji kantona Cizîrê, Efrînê, Kobanê û Qamîşlo yê”


‘Heta Ocalan azad nebe pêvajo ber bi pêş de naçe’


Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axaftina vekirinê kir. Zubeyde balkişand li ser pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin û wiha got: “Ez hêvîdarim ku Nweroza 2014’an bibe wesîleya azadiya çar aliyê Kurdistanê. Pêvajoya ku sala xwe qedand niha di rewşeke giring û kirîtîk dene. Ji ber van sedeman em di ferqa wê denin ku ji bo bi tenduristî pêşdebirina pêvajoyê divê Serokê me azad bibe.” Zubeyde banga beşdariya li kampanye ya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” kir. Zubeyde bi gotina: “Ji bo Serok Apo an azadî an azadî” axaftina xwe bidawî kir.


Paşê jî koroya zarokan ya Dîcle Firad derkete dikê.


Bernameya Newrozê bi hunermendan berdewam dike.//


(zt)