Li ser rêya Newroza Amedê 20 xwendekar birîndar bûn
12:53
JINHA
ÇEWLIK - Mînîbusa xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê, dema diçû Newroza Amedê li qada Ilicalar a Çewlikê wergeriya şarampolê û 4 jê giran 20 xwendekar birîndar bûn.
Xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê, ku ji bo tevli mîtînga Newrozê ya Amedê bibin duh bi şev ketin ser rê, mînîbusa wan li qada Ilıcalar a Çewlikê wergeriya şarampolê.
Di encama qezayê de 4 jê giran 20 xwendekar birîndar bûn. Ji xwendekarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê Selman Bîratnê û Îbrahîm Taş ji çavê xwe û Harûn Taş jî ji pişikê hatin emeiyat kirin. Hat ragihandin ku rewşa Mûsa Eslen a tenduristiyê nebaşe.
