Li Mêrdînê 14 kes hatin binçavkirin

10:44

JINHA


MÊRDÎN – Li Mêrdînê 14 kes hatin binçavkirin û li avahiyên navçe û bajêr ên BDP’ê, şaredariyên BDP’ê û saziyên jinan lêgerîn hat kirin.


 


Serê sibê di saet 04.30’an de ji hêla polîsana ve operasyonek dest pê kir. Lêgerîna ku 5 saetan dom kir li avahiyên navçe û bajêr ên BDP’ê şaredariya Niseybînê, sazî û dezgehên sivîl û li 6 gundan lêgerîn pêk hat. Polîsan dest danî ser kompitûr û harddîskê şaredariyê. Li gorî agahiyên ku hatî bidestxistin operasyon bi navê ‘operasyona berbangê’ pêk hatiye û 14 kes hatine binçavkirin.


Xebatkara şaredariyê Sadiye Aksoy, seroka BDP’ê ya Niseybinê Ayten Kahraman û gelek rêveberên saziyên jinan hatin binçavkirin. Her wiha Sadiye Aksoy li Amedê hat binçavkirin.


 (gk/la)