Di herêmên xweser yên Rojava de jî Peyama Ocalan hate xwendin

14:34

JINHA


AMED – Peyama Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Newroza dîrokî ya Amedê de hate xwendin, di pîrozbahiyên hersê herêmên xweser (Cizîr, Kobanê û Efrînê) de jî hate xwendin.


Piştî ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê ya ku bi milyonan kes tevlî bûn de hate xwendin, heman peyam di Newrozên herêmên xweser ên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên  Rojava de jî hate xwendin. Peyam ji aliyê sed hezaran kesan ve bi sloganên dilsoziya bi Ocalan re hate pêşwazîkirin.


(zt)