Asya Abdulah: Li gel hemû astengiyan me kantonên azad avakirin

15:11

JINHA


AMED - Newroza Amedê ya ku bi beşdariya milyonan berdewam dike. Niha jî Hevseroka PYD'ê Asya Abdulah, di Newroza Amedê de gel silav kir û got “Gelê kurd bi her awayî nîşanî hemû cîhanê da ku ji her tiştî re amade ye.Kesên dibêjin gelê kurd ji çareseriya siyasî re ne amade ye, bila berê xwe bidin Newroza Amedê û rêveberiya Rojava.”


Newroza Amedê ku bi milyonan kes beşdar bûye, bi stran û axaftinan berdewam dike. Hevserokên PYD'ê Asya Abdullah û Ethem Hiso axaftin kirin. Ethem Hiso gel silav kir û serkeftin ji gelê kurd re xwest. Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah jî gel silav kir û wiha got: "Em Newroza we pîroz dikin. Newroza 2014'an li Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û hemû girtiyên azaiyê û hemû gelê Kurdistan û Mezopotamyayê pîroz dikin. Gelê kurd, bi destkeftiyên mezin û avakirina xewseriya demokratîk û têkoşînê gihiştiye iro. Bi projeya Rêber Apo ya li Rojhilata navîn, destkeftiyên mezin bi dest xistine. Gelê kurd di qada siyasî û çareseriya Rojhilata Navîn de bûye minak.Em Weke gelê kurd bi serkeftinên mezin derbasî Newroza 2014'an dibin. Kesên dibêjin gelê kurd ji çareseriya siyasî re ne amade ye, bila berê xwe bidin Newroza Amedê û rêveberiya Rojava.”


‘Li gel hemû astengiyan me li Rojhilata Navîn kantonên azad avakir’


Asya Abdulah anî ziman ku wan li gel hemû astengiyan jî li Rojhilata Navîn kantonên azad avakirine û wiha domand: “Îro ji hemû demê bêtir li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya siyasî û siyaseta demokratîk israr dikin. Em bi biryarin ku li Rojhilata navîn di nava aştiyê de pirsgirêka xwe çarser bikin. Li gel hemû astengiyan me li Rojhilat kantonên azad ava kir. Kurd, ereb, suryanî, 3 netew, 3 çand û 3 baweri wekî xweseriya demokratîk ji bo çareseri û siyaseta demokratîk li vir in. Ev projeya Xweseriya demokratîk, çareseriya aştiyê, azadî û demokrasiyê ye. Ev pergal dê bi ser bikeve.” 


(zt)