Flora: Bijî şoreşa Kurdistanê
16:23
JINHA
AMED – Parlementera Bolîvya yê Flora Aguilar jî di Newroza Amedê ya dîrokî de axivî û di despêka axaftina xwe de cejna gelê kurd ya Newrozê pîroz kir. Flora diya kir ku bi armanca bi gelê kurd re Newrozê pîroz bikin ew hatine Amedê. Flora anî ziman ku ew jî weke gelê kurd ji sala 1992’an heta niha tekoşîna xwe berdewam dikin. Flora da zanîn ku li Bolîvya wan weke 36 gel û 36 ziman tekoşîn dikirin û niha ew weke dewletek pir netew dijîn. Flora destnîşan kir ku ji sala 1825’an heta niha ew serbixwe dijîn lê her demê ji aliyê ji der ve têne rêvebirin. Flora derbirî ku ew li hemberî mêtîngeriya kaputalîzmê tekoşîn dikin. Flora bilêv kir ku ew yekgirtin û biratiya gelan diparêzin. Di dawiyê de Flora ji bo Birê Abdulah Ocalan azadî xwest û wih got: “Bijî şoreşa Kurdistanê! Bijî jin û mêrên kurdistanê”
Peyama girtiyên PKK û PAJK’ê hat xwendin.
Hunermend derketin dikê û pîrozbahî li ber dengê sitranan bi girtina govendê berdewam dike.
(zt)

