Li Wanê herikîna qada Newrozê despêkir

10:28

JINHA


WAN- Li Wanê îro Newroza mezin tê pîrozkirin. Bi boneya pîrozbahiya Newroza mezin ji niha de bi sed hezaran welatî herikî qada Newrozê. Ji saetên serê sibê de welatî bi kîncên xwe yên renga reng ber bi qada Newrozê de diherikin.


Li Wanê cejna Newrozê ya mezin li meydana Kelhê tê kirin. Ji saetên serê sibê ve bi sed hezaran welatî ber bi qada Newrozê ve diherikin. Ji serê sibê de ji 7 heta 70 salî welatî bi kincên renga reng li gel rengên desk, sor û zer qad ji niha de xemilandin. Li cehek nêzî qadê polîsan nokteyak ya lêgerê daniye. Welatiyan li qadê tezgah bicîh kirin. Welatiyên kul i qadê tezgah danîne bi giştî kincên netewî li xwe kirine. Li qadê dev alaya PKK’ê vekirine. Li qadê panqartên weke “An muzakere an şer”, “Dizî heye wijdan nîne. HDP û BDP haye. Talan nîne. Yê ku wê diziye jî we re herambe. Min got aştî. Te pere xwar” û “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” hatin vekirin. Piraniya welatiyan di destê wan de posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û alayên PKK’ê hene. Ji qadê dengê duruşmên weke “Bê Serok jiyan nabe” tê. Jinan kincên netewî li xwe û zarokên xwe kirine li gel wan jî desk, sor û zer hene. Ji niha de qada Newrozê bi rengan hatiye xemilandin.


Herikîna bi sed hezaran ya qada Newrozê berdewam dike.   


(zt)