Texsiyên Suf li gel Malên Azad…

11:43

Pelin İktueren/ JINHA


İZMİR- Namzeta Havşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin yê Îzmîrê Pinar Turk diyar kir ku Îzmîr navê xwe ji navê jinekê girtiye lê heta niha nebûye bajarê jinan û got: “Emê giringiyê bidin îstihdama jinan. Emê li taxan kreşên giring û têde zimanê dayîkê bê dayîn vekin. Ji bo xizmetkirina jinan û zêdetir jin xwe di aliyê civakî de têde rehet hîs bikin projeyên me yên vekirina ‘Malên Azadiyê’ hene. Li gel vê jî projeya me ya bi navê ‘Texsiyên Suf’ jin kîjan saetê bixwazin biçin li kuderê bê muçe dikarin biçin.”


Namzeta Havşaredara Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Bajarê Mezin yê Îzmîrê Pinar Turk girêdayî polîtîkaya HDP’ê ya jinan axivî. Pinar anî ziman ku divê zêdetir jin din ava HDP’ê de cih bigirin û wiha got: “Divê jin din ava HDP’ê de cih bigirin. Ji ber jin xwediyê kedek nayê dîtinin. Bedena wan weke meta tê dîtin. Weke mirovên çîna duyem tên dîtin. Rastî gelek mexduryetên weke tacîz, tecawîz û qirkirinan tên. Ji bol i hemberî van hemû kirinan em li dadê bigerin em bibin yek û bi hev re bikevin rê.” Pinar da zanîn kul i Îzmîrê rêjeya jinên berendam ji sedî 53 ev rewşeke başe. Pinar destnîşan kir ku HDP bi xeta xwe û bernameya xwe ji partiyên din cuda li cihekê sekiniye.


‘Divê jin li her qadê hebin’  


Pinar bilêvkir ku li aliyê dinê jî di mijara wekhaviyê de Tevger Jinên Kurd deskeftiyên mezin bi des xwe ve anîne û derbazî jiyanê kirine û wiha domand: “Ev qazanc di rastiyê de qazancên Tevgera Jinên Azadin.” Pinar derbirî ku weke hemû herêmên dinê yên jiyanê divê di qada siyasetê de jî jin hebin û wiha berdewam kir: “Em weke jinên ku bi siyasetê re mijul dibin pêwîste di vê mijarê de xwe bidin zorê. Heger em di vê mijarê de xwe nedin zorê, ji xwe di civaka me de rolek me yê kevneşopiyê heye. Emê nekarin ji wî rolê xwe yê kevneşopiyê zêdetir tiştekê bikin.”


‘Îzmir navê jinekê ye lê ne bajarê jinane!’


Pinar diyar kir ku ji bo jin di siyasetê de bibin bêz divê di rêveberiyê de cîh bigirin û wiha pêde çû: “Partiyên Burcuwa tenê jinan weke kedkar dibînin. Jinan weke reveber ne weke bê rêvebirin dibînin. Em wiha nanêrin û wiha nêz nabin. Li cihê ku jin hilberîn kar û rêveber li wê her bi her awayî wekhevî heye.” Pinar da zanîn ku ew dê li hemberî rewşên weke rantcî, şerxwaz, tecawuz, malê taybet, weke rêveberiyek wekhav ya ku zêdetir berjewendiyê jinan diparêze bixebitîn. Pinar destnîşan kir kul i cihên jin rêveber bin şev zêdetir ewlehî heye. Pinar derbirî ku dê jin bi tekoşîna xwe pergala deshilatiya mêran tune bikin. Pinar bibîr xist ku Îzmîr navê xwe ji navê jinekê ya bi navê Smma digire û got: “Îzmîr navê jinekê ye lê ne bajarê jinane.”


Bi Texsiyên Suf li gel Malên Azadiyê


Pinar balkişand li ser polîtîkaya HDP’ê ya jinan û girêdayî jinan projeyên wan. Pinar diyar kir ku ji bo jin di aliyê aboriyê de serbi xwe bibin divê giringî bê dayîna îstihdama jinan. Pinar da zanîn ku dê di hemû taxan de kreşên giring vekin û di wan kreşan de dê zimanê dayîkê bê dayîn. Pinar destnîşan kir ku ji derveyî van jî ji bo jin zêdetir din ava jiyan civakî de bikarin rehet bijîn dê  ji bo jinan “Malên Azadiyê”vekin. Pinar derbirî ku di van malan de jin heta bixwazin dikarin bimînin û herî zêde jî jinên rastî şîdetê tên û bi her awayî tengasiyên wan hene dikarin bi qasî dixwazin bimînin. Pinar anî ziman ku dê navnîşanên van malan jî veşartî bihêlin. Pinar bilêvkir ku ji aliyê Şarerdariyên Xweser ve dê jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi mûçe û bi destur bin. Di dawiyê de Pinar qala projeya “Texsiyên Suf” kir. Pinar diyar kir ku di projeyek wiha ji bo jinan avabikin. Jin kîjan saetê bixwazin biçin li kuderê bê muçe dikarin biçin.  


(zt)