Ji jinan peyama ‘Me li ber xwe da û emê berxwedana xwe berdewam bikin’

12:51

Sarya Gozuoglu/Beritan Elyakut


JINHA


AMED – Jinên ku beşdarî Newroza dîroki ya Amdê bûn nameya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku di qadê de hat xwendin nirxandin. Jinan diyar kirin kul i gel pêvajoya çareseriyê ya ku ev salake hatî despêkirin hîkumetê tu gav ne avêtine û pêvaji yak alî bi rêve diçe û gotin: “Emê weke gel ji niha û pêde bi xwe tekoşîna xwe berdewam bikin. Ev bi salane em li ber xwe didin û emê berxedanê berdewam bikin. Divê hemû jin dakevin qadan û ji bo bi rêvebirina pêvajoyê rolê pêşengiyê bigirin.


Jinên Amedê nameya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku di Newroza Amdê ya dîrokî de hat xwendin nirxandin. Jinan dan zanîn ku divê peyem cîdî bê girtin. Elîf Kilinê ya ku li qada Newrozê peyam gudar kirî di derbarê peyamê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Heta niha me aştî xwestiye. Serok Apo gavên giring avêtin, niha dora hikumetêye. Ez bi her awayî ji gavên ku Serok Apo avêtî û pîvajiya hêviyê ya ku dayî çêkirin bi bawerim.” Elîf balkişand li ser peyama Abdulah Ocalan ya di Newroza 2013’an de hatî xwendin, ji roja ku peyama yekem hatî xwendin heta niha ji aliyê hikumetê ve gavek cidî nehatiye avêtin. Elîf bilêv kir ku heta dawiyê ew li gel Abdulah Ocalanin û wiha got: “Heger bi rastî jî hîkumet aştiyê û biratiya gelan dixwaze dê gavên pêwîst bavêje. Ew difikire ku dê bi polîtîkaya razanê kurdan qazanc bikin. Ev bi salane em tekoşînê dikin û emê berdewam bikin.”


‘Emê tekoşîna xwe heta dawiyê bibin’


Gulîstan Budakli jî da zanîn ku bi rojane ew li benda xwendina vê peyamê bûne û di dema xwendinê de gelek hestiyar bûye. Gulîstan destnîşan kir ku ew weke gelê kurd û jinên kurd bi salane ji bo aştiyê tekoşînê dikin û ji bo wê gelek bedelên giran dane. Gulîstan anî ziman ku peyamê hêviyek gelek mezin bi wê re çêkiriye û wih domand: “Serok Apo da zanîn ku divê bendewariyên gel ji hîkumetê nebin û bendewariyên  herî mezin ji gel tê hêvîkirin. Ji îro û pêde emê weke gel tekoşîna xwe bi tac bikin. Hatina me ya van rojan encama berxebana meye. Bi salane em li ber xwe didin û emê berxwedana xwe berdewam bikin. Bila ev hiwa bê zanîn. Weke gelê kurd emê tekoşîna xwe zêdetir mezin bikin. Divê hemû jin dakevin qadan û ji bo bi rêvebirina pêvajoyê rolê pêşengiyê bigirin.


 ‘Aştî êdî di destê gel dene’


Reyhan Kara peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku di Newroza Amdê de hatî xwendin nerxand û got: “Serokatî diyar kir ku aştî di destê gel dene. Aştî êdî di destê me dene. Ev saleke aştî yek alî diçe. Em li qadanin û ji bo aştiyê diqêrin. Tu hêz nikare gelek aştîxwaz asteng bike û pêşiya wan bigire.” Reyhan da zanîn ku Abdulah Ocalan bi tenê di şertên girtîgihê yên zor de aştiyê dixwaze û ji bo aştiyê evqasî ked dide, lê hîkumet bersiv nade û wiha berdewam kir: “Divê êdî hikumet ne li pêşiyê bibe asteng bersevê bide. Divê bê dîtin ku îro li vê meydanê bi milyonan mirov ji bo çî hatine bahev û li gota wê gav bê avêtin. Divê êdî ev gel bê pejirandin û ji bo avakirina aştiyê hewildan hebin.”


‘Heta zandiyê emê tekoşîna xwe berdewam bikin’


Zubeyde Ercan destnîşan kir ki gotinên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan pir bi nirxin û divê cidî bên girtin. Zubeyde derbirî ku ew dixwaze di serî de Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên derkevin. Şukran Akçaya jî got: “Ji niha û pêde dê hemû xebatên me ji bo azadiya Birêz Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siysîbin. Me ji bo aştiyê tekoşîn kiriye û emê ji niha û pêde jî berdewam bikin.” Gurbet Varol jî diyar kir ku Newroza îsal zêdetir bi kelecan bûye û sedemê vê jî xalên giring yên ku di peyamê de derbas dibûn bû û wiha got: “Serok Apo ji bo aştiyê gavên giring avêtiye. Êdî tu hêviyên me ji hîkumetê nîne. Serok Apo diyar kiriye ku yê aştiyê çêke emin. Divê em jî bi vê zanebûnê nêzbibin û ji niha û pêde lig ora wê nêz bibin. Heta Serok Apo û hemû girtiyên PKK’ê azad nebin emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”


(zt)