Bi cejna Newrozê re Kelha Wanê malavahî ji sed hezaran re kir

13:54

JINHA


WAN- Newroza Wanê ya ku bi beşdariya sed hezaran welatiyan despêkir. Bi desd hazaran jin, zarok û ciwanan kincên netewiyên renga reng li xwe kirin û ji navenda bajêr ber bi qada Newrozê ve harikîn. Ji ber Newroza bi kelecan Esnafan jî derê dikanên xwe venekirin û tevlî Newrozê bûn. Welatiyan panqartên mezin yên bi sernivîsên weke “Newroz pîroz be!” bi balkonên malên xwe vekirin. Ciwan derketin dikê û sîroda “Çerxa Şoreşê” xwendin û Newroza tevayî gelê kurd pîroz kirin.


Pîrozbahiya Newroza Wanê li Meydana Kelha Wanê hat li darxistin. Bi boneya pîrozbahiyê bi sed hezaran welatî daketin qadê û bi cil û bergên xwe reng dan qadê. Bi sed hazaran welatî li ber muduryeta polîsan ya kevin hatin bahev û heta qada Newrozê meşiyan. Di meşê de dengê duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Newroz” dem dem bilind dibûn. Jinan bi kincên xwe yên rengîn û kesrewanên serê xwe yên bi kesk, sor û zer hatîn honandin meş vegerandin rengê kulîlkên bûharê. Li qada Newrozê panqartên bi sernivîsên weke “Em bi germahiya agirê Newrozê Serok Apo silav dikin”, “Newroza Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad”, “Wêne têrnake em Serok Apo dixwazin”, “Serokatiya Azad Kurdistana Azad”, “Xweseriya Demokratîk Komara Demokratîk” û “Mîmarê aştiyê û biratiya gelan li Îmraliyê ye” hatin vekirin. Li gel pankartan jî dovîzên weke “Emê 30’ê Adarê apulan bitemirînin”, “Di şer û aştiyê de em li gel te ne ey Serok”, “Li cihê çiya hebe gol çênabe”, “Nasnameya min wendaye Erdogan diziye”, “Bîranînên PKK’ê yên 36 salan bûn destan” û “Sê zilikên şixatê hindirê me germ dike” hatin hildan. Herwiha li qadê wêneyên endam û pêşengên PKK’ê yên di demên diyar de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan.


Li bajêr Esnafan derê dikanên xwe venekirin


Li qada Newrozê ciwan daketin serê dîrekan alayên PKK, KCK û posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan vekirin. Di qada Newrozê de ji bo ewlehiyê gelek kes hatin peywirdar kirin. Esanafan derê dikanên xwe venekirin û hîna herikîna welatiyan ya qadê berdewame. Welatiyan panqartên bi sernivîsa “Newroz pîroz be” li balkonên xwe bekirine. Gelek welatî derketin serê kelhê. Komek ciwan derketin ser dikê, alayên PKK, KCK û posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan vekirin û sîroda “Çerxa Şoreşê” xwendin û paşê gotîn: “Cejna Newrozê ya Serokatî, gerîla û hemû gelê kurd pîroz be.”


Wan ya ku bi kelecana cejna Newrozê geş bûyî cara yekê koroya zarokan ya Mala Piştevaniya Perwerdê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wan derketin dikê.   


(zt)