Asya Abdulah: Çar aliyê Kurdistanê peyama aştiyê dan

15:44

JINHA


WAN – Newroza Wanê bi hemû kelecana xwe berdewam dike. Di pîrozbahiyê de Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah axivî û got: “ Heta pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabin. Em ji hemu awayê diyalogan re amaden. Hemû pirisgirêk bi rêya diyalogan tên çareser kirin. Li her çar aliyê Kurdistanê gelê kurd daketin qadan û peyama aştiyê dan.” Pîrozbahî bi pekyama bi dîmen a Newrozê ya Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik berdewam dike.


Newrozê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyana kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdane hat despêkirin. Di pîrozbahiyê de Parlementerên BDP’ê yên Wanê Nazmî Gur, Ozdal Uçer, Aysel Tugluk, Kemal Aktaş, Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah, Serokên kantonên Cizîr û Kobanê, endamê MP ya BDP’ê Ramazan Yildiz, endama MYK ya BDP’ê Saadet Becerikli, namzetên hevşaredarên BDP’ê yên navend û navçeyan, rêveberên BDP’ê Meclisa Dayîkên Aştiyê, endamên DOKH’ê, rêveberên civaka sivîl jî din av de bi sed hazaran gel dorhêlên qada pîrozbahiyê dagirtin. Di çarçoveya bernameya Newrozê de namzetên hevşaredarên BDP’ê yên navend û navçeyên Wanê derketin dikê û girse silav kirin. Hemû namzet bi kincên netewî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li ser navê Komîteya Amadekar Ehmed Aygun axivî. Ehmed cejna Newrozê ya k udi salên berê de hatî asteng kirin bi bîr xist û diyar kir ku li gel hemû astengiyan jî bi salane cejna Newrozê tê pîrozkirin.


Li ser surên Kelha Wanê alaya PKK’ê ya 300 metre mezin hate vekirin   


Peyama girtiyên PKK’ê hat xwendin. Li ser surên Kelha Wanê alaya PKK’ê ya 300 metre mezin hate vekirin. Di pîrozbahiyê de ji bo kampanye ya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” îmza tên komkiri. Jin zarokên xwe didin ber milê xwe û diherikin qadê. Alav Şaredariya Wanê welatiyan dikêşin qadê. Welatiyan jî alav xemilandine.   


 Musa Îtah: Çar aliyê Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşin


Pîrozbahî bi axaftinan berdewam dike û niha jî Hevşaredarê Navenda BDP’ê ya Wanê Musa Îtah mafê axaftinê girtiye. Musa Peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya di Newroza 2013’an de hatî xwendin bibîr xist û got: “Pêşengiya aştiyê li te pîrozbe. Ez şoreşa Rojava pîroz dikim. 30’ê Adarê  14 şaredariyên me li gelê me pîroz be. Çar aliyê Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşin. Em di pêvajoya hilbijartinên pir giring re derbas dibin. Li Wanê li hemberî dizî, talan û derewan seferberî hatiye îlankirin. Newroz serhildana Bêrîvanan, Bêrîtanan, Zîlanan, Mazluman û berxwedana Serok Apo ye.”


 


Asya Abdulah: Em ji hemû awayê diyalogan re vekirîne


Rêveberê Kantona Cizîrê yê bi xwe ereb Ekrem Mehşus jî axaftinek kir. Di pîrozbahiyê de Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah jî axivî û di despêka axaftina xwe de cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir. Di wê navberê de girseya gel jî durişmên weke “Bijî berxwedana YPG’ê” û “Şehîd namirin” bilind kirin. Asya anî ziman ku wan bi hevgirtina gelên kurd, ereb, asurî û suryanî li hember hemû awayê êrîşan hêzek ya berxwedanê avakirine û got: “ Me bi leşkerî û siyasî li hemberî hemû êrîşan hêzek ya berxwedanê avakiriye. Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelê kurde. Şoreşa Rojava di xeta demokratîk û wekheviyê de dimeşe. Hevgirtina gelan ya k udi riya aştiyê de şoreşê bi rêve dibin ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Tu êrîş li hember hevgirtina gelên Rojava nikare bi serbikeve. Projeya li Rojava tê bi rêvebirin ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn gengaze. Projeya hatî qazanckirin projeya biratiya gelane. Projeya faşîzmê dê tucarî bi sernekeve. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabin. Em ji hemu awayê diyalogan re amaden. Hemû pirisgirêk bi rêya diyalogan tên çareser kirin. Li her çar aliyê Kurdistanê gelê kurd daketin qadan û peyama aştiyê dan.”


Ji serê sibê de li ser qadê firîna balefiran baldikişîne. Pîrozbahî bi pekyama bi dîmen a Newrozê ya Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik berdewam dike.


 (zt)