Hatice Çoban: Bila bê dîtin gelek çawa dîrokê dinivîse

16:52

JINHA


WAN – Coşa Newroza Wanê berdewame, niha ji Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Bajarê Mezin yê Wanê Bekir Kaya û Hatîce Çoban diaxivin. Bekir Kaya diyar kir ku gelê kurd bi salane li hemberî zilme li ber xwe didin. Hatîce Çoban jî got: “We zilma zaliman şikand. Dê dîrok ji vê dîdariya we re şahidiyê bike. Bila dîrok şahidiyê bike û bê dîtin ku gelek çawa dîrokê dinivîsin. Gelê kurd bi berxwedanê gihan serkeftinê. Ev meydan meyadana berxwedan û azadiyê ye.” 


Di Newroza Wanê ya ku bi beşdariya sed hazaran despêkir, Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Bajarê Mezin yê Wanê Bekir Kaya axivî. Bekir da zanîn ku gelê kurd bi salan eli hemberî zilmê berxwedanê dikin. Bekir destnîşan kir ku gelê Wanê encamê hilbijartinan di vê qadê de diyar kirin. Bekir derbirî ku ew di pêvajoyek giring re derbas dibin. Bekir porjeyên xwe yên piştî hilbijartinan bên kirin vegot û wiha domand: “Emê li gel hemû welatiyên nava bajar de bi hev re porjeyên xwe derxînin û bi hev re bînin cîh. Emê din ava îdeolojiyek ya civaka ekolojîk de projeyên xwe bêxin jiyanê. Emê li gel projeyên xwe xwezayê jî biparêzin. Emê di projeyên xwe de cîh bidin nêrîn û fikirên gel. Emê di projeyên xwe de li gorî reng û fikirên jinan rêvebiçin. Em di wê baweriyê denin ku emê bi xweseriya demokratîk zêdetir ber bi azadiyê de bibin. Emê bi pergala hevserokariyê gelê xwe tevlî xebatan bikin.”


‘Ev meydan meydana berxedan û azadiyê ye’


Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Wanê Hatîce Çoban jî wiha got: “Ez Newroza Bêrîvanan, Bêrîtanan û Mazluman û hemû hevalên ku li hemberî zaliman zaliman li ber xwe dane pîroz dikim. Ez gelê me yê ku bi hezaran Mazlum, Zîlan û Bêrîtan welidandine pîroz dikim. Hun çiqas xwe bi zarokên xwe bipesinîn kême. We zilma zaliman şikand. Dê dîrok ji vê dîdariya we re şahidiyê bike. Bila dîrok şahidiyê bike û bê dîtin ku gelek çawa dîrokê dinivîsin. Gelê kurd bi berxwedanê gihan serkeftinê. Ev meydan meyadana berxwedan û azadiyê ye.  Yên ku ev serkeftin avakirin jin û dayîk êdî dîlana serkeftinê bigirin. Nihal i Kurdistan û tevayî Rojhilata Navîn guherînên pir mezin tên jiyankirin. Divê teqez di 30’ê Adarê de gel yekgirtina xwe çêke. Encamên ku ji 30’ê Adarê derkevin dê destê Birêz Abdulha Ocalan bihêz bikin. Armanca me ya bingehîn ji şaredariyê em rengê jin û ciwanan tevlî xebatan bikin. Ev pergal pergala li heberî hişmendiya mêran û jina kevneşop şerkirine.” 


Koma Zîlan ya ku dibiniya Navenda Çandê ya Nûda de xebatên xwe dimeşînin derketin dikê. Li ber dengê muzîkê govend hat gerandin.


(zt)