Şandeyên ji bo Newrozê hatin Amedê çûn serdana Gultan Kişanak

17:18

JINHA


 


AMED - Heyetên ji Bolîvya û Başûrê Kurdistanê yên ji bo beşdarî Newroza dîrokî ya li Amedê bibin hatin Amedê, bi Namzeta Hevşaredara BDP'ê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re hevdîtin kirin.


Heyeta ji Bolîvyayê ji bo beşdariya Newrozê hat Amedê, Namzeta Hevşaredara BDP'ê ya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kir.Seroka Koma Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS) Flora Auilar, parlamenterên Bolîvyayî Robberto Rajas, Demetrio Garciya,  ezmûnên xwe bi Gultan re parve kirin.Gultan bal kişand ser coşa duh a li Newroza Amedê û diyar kir ku gelê Kurd gelekî têkoşer û bi tevger e. Heyeta Bolîvyayê jî ragihand ku wan coşa gelê Kurd dîtin û di gelek aliyan de dişibe gelê wan.


‘Me di Newroza Amedê de azadî dît’


Heyeta Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) a ji Herêma Federala Kurdistanê jî Gultan ziyaret kirin. Ji heyetê Hesen Cûdî kêfxweşiya xwe anî ziman ku ji ber beşdarî Newrozeke ewçend bi coş bûye.Hesen diyar kir ku gelê li qadê kom bûye êdî azad bûye û got, "Ya girîng azadiya mirovan e. Me li Amedê ev dîtin." Hesen destnîşan kir ku Newroz di heman demê de nîşaneya encama hilbijartinê ye û anî ziman ku ewê di hilbijartinan de alîkariyê bidin BDP û HDP'ê.


(zt)