24 seatan çalakiyên Feminîstan
11:10
JINHA
AMED- Bi boneya 10’ê kanûnê aktivîstên meşa jinan daxuyanî dan ku di navbera seatên 12:00’ e û 13:00’ yan de dê li gelek welatên cîhanê çalakî wê pêk bînin. Aktivîstên jinan destnîşan kirin ku: “Tiştên ku di cîhanê de tê jiyandin û ji bo ku balê bikşînin êrîşên li ser mafê jinan wê meşa wan ji Kaledonya’ya nû destpê bike û heta bigîhije saettle’yê dê li derdorê cîhanê bigerin. Aktivîstan diyar kirin ku; “ ji bo ku êrîşên û şîdetên li ser jinê bi dawî bibe me gelek caran meş lidarxistiye. Em dikarin van hêzên êrîşkar bikin wekî wekhevîxwaz, azadîxwaz û cîhanekî nû ya aştiyane em dikarin biafirînin.”
Helbestvanê Filîpînî Joe Barrîos wiha dibêje: “Dema ku mirov jin be her tim di rewşa jiyana şer de ye.” Îro me barê şerên li hemberî jinê û şerê di nava welatê xwe û di herêmê xwe de me girtiye ser milê xwe. Lê belê em ji bo mirovahiyê şerdên jinan a gerduni diyar dikin û îro mafê her kesî heye ku di cîhanekî bê şer û bê pevçûn de bijî.
Em dibin şahidê şîdetê
Bi têkoşîna me ku Konseya Parastina Netewên Yekbûyî biryarê 1325 qebûl kiribû. Divê biryarê de, şer li ser jinê bandorekî neyînî çêdike û dewletên ku endamê konseyêne di hemû hevdîtinên aştiyê de û di pêvajoyê çareserkirinê şer de divê jin jî were tevlikirin.
Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin
Di 13’ê kanûnê de li Enqerê doza Sekreterê Jin a TUM-BEL-SEN’ê Guler Elveren, Sekreterê Jin a SES’ê Bedriye Yorgun û Sekreterê Jin a Egitim-Sen a Şubeya 2 Nol’î Guldane Erdogan dê were dîtin. Em dixwazin wan sendîkavanan serbest bên berdan. Heta ku xebatên sendîkal sûc bê hesibandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê çar aliyên cîhanê de berxwedanê xwe bilindtir bikin û di 10’ê kanûnê de çalakiyekî bi hev re em ê çêbikin. Heta em azadiya xwe bidest nexin em ê bi hev re tevbigerin.
(la)

