Asayîş Jinan kuştina jineke Amûdê şermezar kir
11:56
NAVENDA NÛÇEYAN– Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê kuştina jinekê li bajarê Amûdê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li bajarê Amûdê birayê jinekê bi navê S. X. H. di bin navê namûsê de xwîşka xwe ya ducanî bi 12 guleyan kuşt. Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Em wekî Hêzên Asayîşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê vê hovîtiya li dijî jinan bi tundî şermezar dikin. Ev zihniyeta paşverûtî ku jinan wekî namûs dibîne hê jî tê meşandin. Em kuştina vê jinê wekî şêweyekî binpêkirina mafê mirovan û bi taybet mafê jinan ku bûye dîlê zihneyeta paşverûtiyê di civakê de dibînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê ji bo ev zihniyeta paşverûtî bi dawî bibe, pêwîste karê demokratîk berfireh bibe û rola jinan di avakirina civaka demokratîk de zêde bibe û jin mafê xwe bi temamî bistînin. Pêwîste kuştina jinan di bin navê namûsê de wekî doza binpêkirina mafê mirovan bête xuyakirin û kesên van kiryaran dikin li gorî vê yekê bêne darizandin.”
(pk)
