Salek derbas bû, lê tecawizkar hîna jî nehatiye ceza kirin
11:23
JINHA
ELÎH - Doza keça 13 salî N.K ku berî niha salekê li navçeya Farqîna Amedê ji aliyê Recep Yavuz ve hat revandin û tecawizê wê kir li 2’yemîn dadgeha cezayê giran a Êlihê hat dîtin. Di dozê de parêzerê Recep Yavuz, du parêzerên jina mexdur bûyî, Navenda Jinan a Ceren, EPÎDEM, DÎKASUM, Komeleya Jinan a Selîsê, KADEM, Navenda Jinan a MEYA, Kooperatîfa Jinan a Rezan, Mala Jinan a Kardelenê, Navendan Jinan a Selîsa Êlihê, Navenda Jinên Nujîn a Bismilê, Navenda Jinên Jinwar a Çinarê, û Komîsyona Jinan a KESK’ê amade bûn.
Doza N.K ji ber bi rêya talîmatan ji dayik û bavê wê îfade nehatiye girtin, di rapora Tipa Edlî de ji bo testa hestî bersivên kêm, dîmenên keça biçûk û îfadeya bi deng bê girtin talîqî 4’ê sibata 2013’an hat kirin. Saziyên jinan yên ku di destpêkê de xwestin dozê bişûpînin piştî taloqkirina dozê li ber Edliya Êlîhê hatin gel hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
Dê jın şopdarê dozê bin
Koordînatora Mavenda Jinan a Cerenê Meral Tekîn li ser navê jinan daxuyanî da çapemeniyê.Tekîn diyar kir ku ewê hetanî dawiyê dê şopdarî dozê bin û wiha axivî: “Îro pergala desthilatdariya zilam, dinava polîtîkayên qirkirina jinan de a herî zêde tê meşandin e. Bê goman zarok, bi qanûnên ku pergal daye avakirin jî bi teybetî divê bên parastin. Îro, li vir me dubare kirina îstîsmarkirina zarokan cardin dît. N.K a 13 salî ku bê perwa hat revandin, yê ku îstîsmarê dike, bê gotan tê zanîn ku dê dewleta zilam xwedî wan derbikeve.”
Êrîşên polîtîk
Tekîn da zanîn ku her awayên tundiyê yên li heberî jinê tên kirin polîtîkin û wiha got: “Duh li Mêrdîn N.Ç, li Amedê H.E, li Sêrtê H.T, S.T û îro jî li Farzînê N.K! Çiqas nav bên guhertin jî, çardin helwetê pergala zilam nayê guhertin. Zilamên ku li hemberî sûcên ku kirine, li şûna bên ceza kirin, serbest tên berdan. Serbest berdana wan dihêle ku tundiya li hemberî jinê zêdetir bibe. Ev dibe sedema ku her roj bi dehan jin bên qetil kirin û rastî tecawizê bên.”
Tekîn da zanîn ku li ser tecawiza N.K salek derbas bûye lê hêj tecawizkar nehatiye ceza kirin û wih bi dawî anî: “Hinek zilamên din ên vê rewşê ji xwe re weke firset dibînin, di bin navê ‘Ji xwe gemarî bûye’ de ji bo dîsa keçeke biçûk îstîsmar bikin tu astengiyê nabînin. Ev rewş her çiqasî ji dadgeha bilind re hatibe ragihandin jî, tiştek ne hatiye gohertin. Dozên zarokan ji bilî ku rewşa teybet a zarokan bê girtin, li gorî rêza fermî û duve dirêj tên dîtin.
(la)

