Gonul Taş: Emê ji bo avakirina jiyana azad têbikoşîn

10:15

Sarya Gozuoglu - Mizgin Tabu / JINHA


ELEZÎZ – Namzeta Hevşaredara Navenda BDP’ê ya Xerpêtê Gonul Taş girêdayî pirsgirêkên Xerpêtê û rêya çareseriya wan axivî. Gonul diyar kir ku di aliyê nasnameyan de Xerpêt mîna sazumaniyek mozaîke. Gonul da zanîn ku divê hişmendiya vê sazumaniyê di çewisîne bê derbaskirin. Gonul destnîşan kir ku divê ji bo wekheviya jin-mêr û jiyana azad proje bên li darxistin.


Jinên ku bi salane ji hindirê malê nekarîne derkevin û nasnameya wan ya hatî çewisandin bi tevgera jinên kurd re bûn hîmên bingehîn yên jiyanê. Jinên ku ji jiyana cêvakî heta aliyê çandê û siyasetê di her aliyan de rolê pêşengiyê girtine. Di namzetiya hevşaredariya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û rêveberiyên herêmî de jî bûne xwediyê mafê gotinê. Weke humû navend, navçe û bajarokên herêmê BDP’ lê pergala hevserokatiyê bi cîh kiriye, li Xerpêtê jî Namzata Hevşaredara Navenda BDP’ê ya Xerpêtê Gonul Taş hariye hilbijartin. Gonul li Xerpêtê qala projeyên xwe yên jinan kir û got: “Taybet ji bo jinan emê cihên kar vekin. Pirsgirêka jinan ya herî sereke bêkariye. Ji ber vê sedemê emê bi bazara semtê bi projeya ‘Bi xwe bike, bi xwe biafirîne û bi xwe birêve bibe’ li Xerpêtê bi tevlîbûnek mezin ya jinan kar bikin.”


‘Dê pergala hevserokatiyê hemû gelan azad bike’  


Gonul di derbarê pargala hevserokatiyê ya ku di tevahiya cîhan de mînaka yekeme û ji aliyê BDP’ê ve ketiye meryetê jî nêrînên xwe anî ziman. Gonul diya kir ku ve pergal wekhavî û azdiya her du cinsane. Gonul bilêv kir ku di aliyê jinan de pergala hevserokarokatiyê şoreşeke û wiha got: “Emê bi pergala hevserokatiyê aştî û aramiyê bînin herderê. Emê bajarek wiha avabikin ku her kes bi nasname û nêrîna xwe ya azad têde cîhbigirin.” Gonul da zanîn ku pergala hevserokatiyê dê guherînên mezin di bajar de bidin çêkirin. Gonul destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê dê ne tenê jinan tevahiya civakê azad bike. Gonul anî ziman ku pergala hevserokatiyê di aliyê Tevgera Jinên Kurd de pêngaveke dîrokiye û wiha domand: “Jin êdî xwe bi xwe birêve dibin. Di aliyê jin bi xwe mafên xwe parastinê de gavek giringe.”


‘Heger me karî em malên xwe birêve bibin emê bikarin xwe bi xwe jî bi rêvebibin’


Gonul derbirî k udi aliyê çand û jiyan civakî de li Xwepêtê kêmaniyên cidî hene. Gonul diyar kir ku dê li gel projeyên xwe yên ji bo pêşerojê malên çandê, komele, bazarên nava semt û taxan, herêmên werzîşê û parqên ji bo lîstokên zarokan vekin. Gonul da zanîn ku ji bo herkes bikare bêhna xwe bide dê herêmên şînahiyê jî pir bikin û wiha berdewam kir: “Taybet ji bo jinan emê cihên kar vekin. Pirsgirêka jinan ya herî sereke bêkariye. Ji ber vê sedemê emê bi bazara semtê bi projeya ‘Bi xwe bike, bi xwe biafirîne û bi xwe birêve bibe’ li Xerpêtê bi tevlîbûnek mezin ya jinan kar bikin.” Gonul bilv kir ku ew weke BDP bi şîara “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” ketine rê. Gonul destnîşan kir ku dê di vê çarçoveyê de dê meclisên bajar, taxan, ciwanan û jinan avabikin. Gonul anî ziman ku dê ji bo dîtin, nirxandina prosgirêkan û çareseriya wan komusyonan avabikin û wiha pêde çû: “Ji xwe çavkaniya Rêveberiya Xweser û Nasnameya Azad jî eve. Heger me jinan malên xwe û zarokên xwe birêve birin û mezin bikin, emê ji rêveberiya jiyanê re jî amade bibin û xwe jî birêve bibin.”


 ‘Xerpêt bi 30 salan paşde xistine’


Gonul derbirî ku li Xerpêtê pirsgirêka herî sereke bêkariye û ev pirsgirêk jî di rêjeyek bilind de jin dijîn û got: “Xerpêt bi 30 salan paşde xistine.” Gonul diyar kir ku Xerpêt weke “bajarek muzaîk” tê naskirin, her kes têde nikare bi azadî nêrînên xwe bîne ziman û gelek caran bi êrîşên nijadperestan re ru bir u maye. Gonul balkişand li ser rêveberiya niha din ava bajar de heyî û wiha got: “Emê despêkê ji gund û taxên xwe despê bikin û xebatên xwe berdewam bikin.”


Gonul anî ziman ku rêveberiyek ya jinan ya din ava tu partiyên dinê de nayê dîtin din ava BDP’ê de heye û wiha domand: “Ji ber partiya me partiyeke despêkê azadiya jinan û wekhaviya jin û mêran bingeh digire ji ber van sedeman dê gelê Xerpêtê deng bidin me. Ti taybetî jî ji bo pêvajoya çareseriyê baş bê birêve birin divê  BDP bê hilbijartin.”  


(zt)