Sînemaya ‘Çîrokên veşartî'

10:36

Zehra DOGAN / JINHA


AMED – Jinên Amedî dê bi zimanê xwe yê zikmakî çîrokên xwe yên veşartî ku heta niha nehatine vegotin bi rêya projeya sînemayê ya ‘Ji sînemayê re destlêdanekî mor; Çîrokên Veşartî’ bînin ziman.


Şaredariya Baglarê ji bo jinan projeya sînemayê ya ‘Ji sînemayê re destlêdanekî mor; Çîrokên Veşartî’ li dar dixe. Jinên Amedî dê bi zimanê xwe yê zikmakî çîrokên xwe yên veşartî ku heta niha nehatine vegotin bi rêya berhemên sînemayê vebêjin. Di çarçoveya projeyê de ji bo avakirina atolyeya sînemayê dersên yekemîn hat dayîn.  Di  nava projeyê de ji Navenda Çand û Hûnerê ya Cigerxwînê û Konservatuara Aram Tigran 8 mamosteyên jin ên mezûnbûne  cih digirin.  Serlêdan dê 15’ê kanûnê bi dawî bibe. Jinên ku heta niha nekarinê cîrokên xwe bînin ziman dê bînin ziman û dê bi nêrîna jinê bê nirxandin. Di projeyê de mijar nehatine sînorkirin. Çîrok çi dibe bila bibe û ziman çî dibe bila bibe ferq nake ji bo projeyê.


 ‘Dê çîrok bi zimanê ku hatî qedexe kiri bê vegotin’


Koordînatora Projeyê Rûken Erguneş, destnîşan kir ku proje ji hêla şaredariya Baglara Amedê ve hatiye amadekirin. Rûken, daxuyand ku di demên dawiyê li Amedê di qada sînemayê de daxwaz zêdetir dibin. Rûken di axaftina xwe de wiha bal kişand ser projeyê: “Jin bi tu awayî nikarin xwe îfade bikin. Ji ber vê sedê mê jî navê projeya xwe kirine ‘Ji sînemayê re destlêdanekî mor; Çîrokên Veşartî’ Li herêmê zimanê dayikê hatiye qedexekirin. Ji ber vê jî heya niha çîrok bi wêjeya devkî hatiye ziman. Navê projê bi vî rengî hatiye afirandin. Jin di nava jiyana rojane de hilberîneke mezin derdixe holê û di  nava vê jiyanê de çîrokên weşartî hene. Em dixwazin hemû çîrokên weşarti bi zimanê ku hatiye qedexekirin bînin ziman.”


 Têkoşîna qada sînemayê dê bidome


Rûken, diyar kir dê perwerdê li ser senaryoyê bigirin û wiha got: “Di dest pê ke de derhêner dê perwerdê bide mamosteyan. Dê dersên wekî xwendina fîlm, senaryo, kurgu, montaj, deng, derhêneriya dîmen û derhênerî bê dayîn. Em dixwazin çîrokan bi hevre guhdar bikin û û nîqaşan bikin.  Herî dawiyê dê dest bi kêşandina fîlman bikin. Salên borî gelek saziyên jinan hatin vekirin û ev tişt bi saya têkoşîna jinan pêk hatiye. Xebatên ku li Amedê tên kirin watedarin. Dema ev xebat tên kirin zêdetir hewcedarî derdikevin holê. Wekî qadên din jin dê di qada sinemayê de têkoşîna xwe bilind bikin û dê îmzeyê bavêje hilberînin herî bi xweşik.”


‘Jin bûn mijarên çîrokên mêr’


Derhênera kurd Mizgîn Mujde Arslan jî, destnîşan kir ku projeyên ku jinê tevli qada sînemayê dike mirovan kêyfxweş dike. Mizgîn, got ku jin, kurd û hevjin ji bo sînemayê xezîne ne û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dema jin dest bi sînemayê bikin dê bibin pêşengên guhertinan jî. Dîroka jinê heta niha ji hêla mêran ve hatiye nivîsandin, Jin her tim bûn mijarê çîrokên mêran. Jin dê dîroka xwe bi xwe binîvsine, bi fikr û ramanê xwe. Ez jî dixwazim piştgiriyek bidim projeyê û encama projeyê bibînim.”


‘Tiştên ku em hîn bûne divê bên ji bîrkirin’


Mizgîn, destnîşan kir ku pêşketina jinê ya di qada sînemayê de girêdayî demokratîkbûna qada sînemayê ye. Mizgîn, wiha got: “Kamera bû çeka bindestan. Her wiha gelek derhênerên jin bi nêrîna mêr fîlm çêdikin. Dayîna nêrîna jinê, zimanê jinê ji bo qada sînemayê girîng e. Ev dê roj bi roj pêşbikeve. Em ji hêla mamosteyên mêr ve bi dîrok sedsalan a sînemayê tên perwerdekirin. Em li ser zîhniyeta serdest perwerdê digirin. Divê hemû tiştên ku em hîn bûne bên ji bîrkirin û sînemaya jinê bê afirandin. Projeyak ku hatî amadekirin destpêkeke. Dê bi xwe re nêrîneke azad bîne.”


Wêne: Eylem DAŞ


Kamera: Zehra DOGAN


(zd/ed/la)