'Em dixwazin bi serkeftinên xwe bên nasîn'
11:42
Derya CEYLAN / JINHA
ÊLİH – Di van salên dawî de li tevahiya Tirikyê û herêmê jin di nava jiyana kar de cîh digirin û di karê xwe de serkeftîne. Ji karsaziyê mezin hata yên biçuk di hemû karan de jin cih digirin û li gel hemû zoriyan jî di karên xwe de serkeftîne. Sazumana dikana nanê sêlê Zozan Adlik diyar kir ku mirov dikare jinên Êlihê bi serkeftinên wan bibîr bîne.
Jin di her aliyê jiyanê de serkeftina xwe ya kar beredewam dike. Jin ji bo hêza xwe ya aborî qazancbikin dixebitin. Bi hêza xwe ya cewherî û ruhê xwe yê tekoşînê weke hemû herêmên dinê yên jiyanê di herêma kar de jî îmza avêtine binê gelek serkeftinan. Li hemû taxên Êlihê yek yan jî çend dûkanên nanê sêlê hene. Jin jî beşdarî li xebatan dikin. Li Êlihê berî niha mehekê Zozan Adlik dikana nanê sêlê vekiriye û dest bi karê nanê sêlê kiriye. Zozan da zanîn ku jin ji bo azadiya aboriya xwe divê bixebitin. Zozan destnîşan kir ku hebûna jinan di nava jiyana kar de gelek giringe.
‘Heger jin bixwazin dikarin her karî bikin’
Zozan anî ziman ku dema despêkê dikan vekiriye gelek bi kelecan bûye û got: “Ez her dem din ava ramanên weke gelo ezê bikarim vî karî bikim, ezê bikarim bi ser bikevim? Bi vî awayî difikirîm.” Zozan bilêv kir ku din ava demeke kin de ev metirsî hemû bidawîbûn û wiha got: “Min bi hêza xwe ya cewherî bi demê re hinek tişt guherand. Ji ber heger em jin bixwazin em dikarin her tiştî bikin. Çî di hindir de yan jî ji der ve be tiştek em nikarin bikin û bisernexin nîne.”
‘Heqê keda xwe girtin min gelek şanaz dike’
Zozan derbirî ku nanê sêlê çandeke kevnareye din ava gel de. Zozan diyar kir ku ji derveyî nanê sêlê ew xwarinên dinê jî servîs dikin. Zozan bilêv kir k udi nava demeke kin de mûşteriyên wan zêde bûne û wiha domand: “Mirov têne li vê derê û dibînin em çawan dixebitin. Divê cihê xwarinê pak be û xwarin pak bê çêkirin. Ji ber vê jî sektora xwarinê sektorek gelek giringe.”
Zozan diyar kir ku di aliyê aboriyê de jiyan gelek zore, beriya vekirina dikana nanê sêlê wê di aliyê fîzîkî û ruhî de xwe giran hîs dikir û weke ku “bi kêrî karekê nayê” li xwe dinêrî. Zozan da zanîn ku divê ji xwe di malê de negirin û ew niha ji halê xwe gelek raziye.
‘Jin di har aliyê jiyanê de wêrekin’
Zozan anî ziman ku divê weke her aliyê jiyanê jin di herêma kar de jî wêrek bin û wiha berdewam kir: “Jin ji ber bi cesaretin di gelek karan de serkeftîne. Dayîk, bav yan jî hevser nikare li hember vê serkeftina wan rawestin.” Zozan destnîşan kir ku jin nikarin ji malê derkevin, ji ber malbat di vî alî de bandorê li ser wan dikin. Zozan bilêv kir ku jin di har aliyî de alîkariyê ji malbatên xwe nagirin û wiha pêde çû: “Berê me nedikarî em li gel mezinên xwe runin û bipeyîvin şerm dihat dîtin. Di nava malê de gotina me jinan bê wate dihat dîtin. Me nedikarî li gel mêrekê xeber bidin guneh dihat dîtin. Ev nêrîn hîna din ava malbatên me de hene.” Zozan diyar kir ku jinan li hemberî vê fikirê berxwedan kiriye, divê jin zêdetir tevlî jiyana kar bibin û di her aliê jiyanê de cîhgirtina jinan gelek giringe.
(zt)

