Flora: Li gel gelê xwe bûyîna Abdulah Ocalan mafeke

12:38

Gulşen Koçuk-Mizgin Tabu / JINHA


AMED – Ji Parlementerên Bolîvya yê Flora Aguilar bi boneya pîrozbahiya Neweroza dîrokiya 2014’an hat Amedê. Flora peyama dîroki ya ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji bo Newroza Amedê şandî gelek girîng dît û got: “Li gel gelê xwe bûyîna Birêz Abdulah Ocalan mafeke. Em weke jin û mêr pîştevaniya gelê kurd û van daxwazên wan dikîn.”


Danezana çareseriya demokratîk ya k udi Newroza Amedê ya 2013’an de hat xwendin. Îsal jî di 21’ê Adarê cejna Newrozê ya 2014’an de danezana dîroki ya duyem hate xwendin. Peyama ku hemû cîhanê bi baldariyekî mezin şopandî de hîtabî hemû gelê bindest hatiye kirin. Seroka Koma Partiya Mas ya Bolîvya yê Flora Aguilar jî nêrînên xwe diderbarê pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyê ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî pêşxistin da û peyama dîroki ya k udi Newrozê de hat xwendin nirxand. Flora diyar kir ku yên mîna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan li hemberî kaputalîzmê tekoşîn dikin her dem têne girtin û ev hîna berdewame.


‘Em peyama Abdulah Ocalan pir giring dibînin’


Flora anî ziman ku ew peyama Serokê PKK’ê pir giring dibînin û wiha got: “Birêz Abdulah Ocalan li hemberî kaputalîzmê tekoşîn dike. Kesayetek wiya ye ku berjewendiyên gelan difikire, berjewendiyên xwe nafikire. Em dizanin ku her dem ABD û hevkarên xwe kesayetên wiha dixin girtîgihan. Ji ber ev kesayetane ji bo nêrîna azad tekoşînê dikin.” Flora da zanîn ku Abdulah Ocalan li gel gelê xwe bûyîn mafeke û ew dê weke jin û mêr di vî warî de piştevaniya gelê kurd û daxwazênb wan bikin.


‘Rêxistina jinan hestiyê piştêyê bingehîne’


Flora girêdayî Tevgera Jinên Kurd jî nêrînên xwe anî ziman û domand: “Bi serê xwe biryerdana jinan. Li gel mêran bi hevbeşî kar kirin û din ava hemû mekanîzmayên biriyargirtinê de cîh girtina wan gelek giringe.” Flora bilêv kir ku li Bolîvya jî tevgera jinan heye û wiha berdewam kir: “Em jî li gel mêran bi hev re din ava hevkariye kê de dixebitin. Din ava rêzdariya dayîka xweza de em tekoşîna xwe berdewam dikin.” Flora destnîşan kir ku jiyanek bê jin nabe, jinên kurd û Tevgera Jinên Kurd silav kir û got: “Rêxistina jinan hastiyê piştê yê bingehîne.” Flora diyar kir ku ew jî weke Serokek ya gundiyên lig undan tekoşîna xwe kirine û heta makezagonê mafê xwe birine. Flora da zanîn ku di zagonên Bolîvya de taybetî jî li her derê wekheviya jin û mêran heye. Di dawiyê de Flora destnîşan kir ku wan hemû deskeftiyên xwe bi tekoşîne bi des xwe ve gihandine.


(zt)