12 jinên ku ji Baskê Jinan yê AKP’ê îstifa kirin derbazî BDP’ê bûn
13:13
JINHA
WAN – Li Bêgîrê Seroka Baskê Jinan ya AKP’ê li gel 12 endamên jin yên AKP’ê îro bi daxuyaniyekê beşdarî BDP’ê bûn. Ji 12 jinên ku ji AKP’ê derbazî BDP’ê bûn Asiye Çakaner diyar kir ku ew gelek şanaze ku derbazî BDP’ê bûyî û got: “Ez bang li hemû jinan dikim cihê xebata wan BDP ye. Bila hemû jin di bin banê BDP’ê de bicivin û tekoşîn bikin.”
Li Navçeya Begira Wanê 12 Jinan ji Baskê AKP’ê îstifa kirin û derbazî BDP’ê bûn. Seroka Baskê Jinan ya AKP’ê ya Bêgirê Asiya Çakaner jî din av de 12 jinan ji AKP’ê îstifa kirin û derbazî BDP’ê bûn. Îro li Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Bêgirê bi daxuyaniyekê jin ji AKP’ê derbazî BDP’ê bûn. Di torena ji bo berbasbûna jinan ya BDP’ê de Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Navçeya Bêgirê Safure Guneş axaftinek kir. Safure diyar kir ku ew weke jinên din ava siyasetê de cih girtine îro di BDP’ê de civiyane. Safure anî ziman ku ew weke jinên kurd polîtîkaya yekane parêziyê û bişaftinê şermezar dikin û got: “Em weke jinên kurd soza bilinkirina tekoşînê didin Serokê xwe. Emê 30’ê Adarê li hemû partiyan tabeleye partiyê hilawisin.”
‘Cihê tekoşînê BDP ye’
Ji Meclisa Jinên BDP’ê ya Wanê Rojbîn Akdag jî peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya di Newroza Amedê de hatî xwendin nirxand û got: “Emê her dem baweriya ku Serokatiya me daye jinên kurd bi parêzin. Em weke jinên ku di tekoşîna 30 salan de gelek êş kişandine û li hemberî hemû zoriyan li ber xwe dane emê tekoşîna xwe berdewam bikin.” Piştî axaftinan Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Navçeya Bêgirê Safure Guneş rozet bi jinên ku derbazî BDP’ê bûn ve kir û li hemû jinan qurnefîl belav kir. Di torenê de axaftina dawiyê Asiya Çakaner ya ku ji AKP’ê derbazî BDP’ê bûn kir. Asiya da zanîn ku ew bi derbasbûna xwe ya BDP’ê gelek şanaz bûye û wiha got: “Ez bang li hemû jinan dikim cihê xebata wan BDP ye. Bila hemû jin di bin banê BDP’ê de bicivin û tekoşîn bikin.”
(zt)

