YPG’ê bang li hemû hêzên Kurdisnê kir

14:45

JINHA


QAMİŞLO – Fermandariya gişti ya YPG’ê di derbarê êrîşên dawi yên li ser Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên kurd hat kirin ku peywira xwe ya netewî bînin cîh û wiha hat gotin: “Di serî de Serokatiya Herêma başurê Kurdistanê, Reveberiya KCK, KDP, YNK, BDP , Tevgera Goran û ji bo hemû hêzên kurdan. Em bang li hemû hêzên kurd dikin kul i hemberî êrîşên li ser Rojava peywira xwe ya netewî bînin cîh.”  


Fermandariya gişti ya YPG’ê di derbarê êrîşên dawi yên li ser Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku yek ji armanca van êrîşan girtina herêma petrolê ya Rimelane û qutkirina peywendiyên navbera kantonên Rojavadene. YPG’ê helwesta  û bêdengiya çapemeniya ereban, hemû raya girştî, Koalîsyona muxalîf ya Suriye û hemû hêzên muxalîf yên li Suriyê rexne kir. YPG’ê anî ziman ku ev êrîş li hemberî tevayî gelê kurd hatiye li darxistin û wiha domand: “Êrîş li hemberî ax, çand, dîrok û gelê kurde. Ev êrîşane tenê yek alî dîtin nakokiyek siyasiye.”


‘Nakokiyên xwe li aliyekê bihêlin û hêzên xwe bikin yek’


YPG’ê bang li hemû hêzên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha berdewam kir: “Bi girtina peywirek dîrokî re em bang li hemû partî, rêxistin, derdorên siyasî, tevgerên jin û ciwanan, kesayetên bê alî, li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Cizîr, Koban û Efrnê xwedî derkevin. Li Meclisa Netewi ya Kurdên Suriye (ENKS), Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Tevgera Civaka demokratîk (TEV- DEM) nakokiyên xwe yên navxweyî li aliyekê bihêlin di vê pêvajoya hesas de bibin yek û em bi vê bûneyê bang li her kesê dikin bibin yek.”


Banga ji bo hêzên Kurdistanî


Fermandariya gişti ya YPG’ê di derbarê êrîşên dawi yên li ser Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên kurd hat kirin ku peywira xwe ya netewî bînin cîh û wiha hat gotin: “Di serî de Serokatiya Herêma başurê Kurdistanê, Reveberiya KCK, KDP, YNK, BDP , Tevgera Goran û ji bo hemû hêzên kurdan. Em bang li hemû hêzên kurd dikin kul i hemberî êrîşên li ser Rojava peywira xwe ya netewî bînin cîh. Em di wê baweriyê denin ku dê Rojava bi ser bikeve û serkeftina gelê Rojava serkeftina hemû gelê Kurdistanê be. Weke di despêkê de me soza xwe dayî, emê welatê xwe û gelê xwe biparêzin. Em li vêderê careke dinê sozdidîn  heta dawiyê peywira xwe bînin cîh.”  


 (zt)