Gultan: Emê bi rêveberiya xweser îhmala dewletê ya 90 salan bi dawî bikin
15:43
JINHA
AMED – Xebatên BDP’ê yên hilbijartinan bi hemû leza xwe berdewam dike. Her dera ku namzetên BDP’ê diçinê bi hewaya mitîngan tê pêşewazî kirin. Namzetên hevşaredarên BDP’ê di çarçoveya referandomê de li gel welatiyan danû sitansina romanî dikin. Di ziyaretkirina gundên Amedê de Namzeta Havşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak axivî. Gultan diyar kir ku îhmala dewletê ya 90 sala dê bi rêveberiya xweser bidawî bibe.
Ji hilbijartinên herêmî re çend roj man. Namzetên hevşaredarên BDP’ê bi hemû leza xwe xebatên xwe yên hilbijartinan bi rêve dibin. Namzeta Havşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Hevserokê Navenda BDP’ê yê Amedê M. Emîn Yildirim, Namzetên Hevşaredarên Surê Fatma Şik Barut û Seyit Narin û berendamên encumeniyê, rêveberên BDP’ê li gel bi sedan welatiyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gundên li herêma Terkanê ziyaret kirin. Bi sedan wesayît ketin li peyhev û bi konvoyekê ketin gundê Simakiyê. Gundiyan jî bi alayên PKK, KCK, BDP, DOKH û dovîzên weke “Jin Jiyan Azad her wiha bi coşeke mezin konvoya BDP’ê pêşewazî kirin. Ji ber zêdebûna wesayîtan li cihekê konvoyê wesayîtên xwe rawstandin û bi lingan meşiyan nava gund. BDP yiyan û gundiyan bi hev re li meyeana gune durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Deşta Simakiyê hêlîna Apociyane” berzdikirin. Jinên gund eleqeyek mezin nîşanî namzetê jin dan û bi hev re nîqaş kirin. BDP yiyan li pirsgirêkên gundiyan guhdarî kirin. Pankarta bi sernivîsa “Heta Serok Azad ne be Aştî Şaşitiye” jî bal dikişand.
‘Emê bi meclisên xwe xwe birêve bibin’
Di ziyaretkirina gund de ji ber vê dilgermiya gundiyan Namzeta Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut sipasiyên xwe kir û got: “Ev yekgirtin û dilgermiya gundê Simakiyê ji bo tevayî Kurdistanê mînakeke. Ji niha û pêde hemû bar li ser milê meye. Ji bo xizmet kirinê emê her dem li gel we bin. Emê hemû gundan li gel gundê we jî bi rêve bibin. Ji bo em vê modela rêveberiyê bigihînin we jî emê meclisan ava bikin. Bi rêveberiya Xweseriya Demokratîk emê meclisên jin û ciwana çêkin ji bo alîkariyê bidin me. Emê gund û bajarên xwe bi xwe birêve bibin.
‘Emê hewilbidin ku bibin layêqê we’
Di ziyaretkirina gundên Amedê de Namzeta Havşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak axivî. Gultan beriya axaftina xwe ew kevokên ku ciwanên gund dayê firand. Gultan yekgirtina gundiyên Simakiyê pîroz kir û wiha got: “Bi vê helwest û sekna we, bi vê meşa we û dilgermiya we ez sipas dikim. Xwediyê vê tekoşînê hunin. We gelek zarokên xwe di tekoşîna azadiyê de wenda kirine, lê we tucarî dest ji vê doza xwe ya watedar bernedane. Em jî hewil didin ku bi vê keda hevalên meyên tekoşer avakirî bi xebitin û bibin layêqê we.
‘Îhmala dewletê ya 90 sala dê bi rêveberiya xweser bidawî bibe’
Gultan anî ziman ku ev 90 salin partiyê deshilatiyê yên siyasi yên Tiriyê tu xizmet li herêmê nekirine û wiha domand: “Dîroka Komarê ya 90 salan tu xizmet nanîne gund û mezrayên me. Peywira me ya despêkê dawî li îhmala dewletê ya 90 salan anîne. Her dem j ime dipirsin. Rêveberiya xweser çiye û dê welat parçe bike? Ewan bi xizmeta xwe ya ji bo aliyê Tirkiyê kirîn û ji bo herêmê nekirîn jî xwe welat parçe kirine. Rêveberiya xweser dizî nekirine. Malê gel ne xwarine. Di vî aliyî de ji xwe pratîka me diyare.”
Piştî axaftinan BDP yiyan û gundiyan bi hev re govend gerandin.
(zt)

