Keşedar Hefîd: Me dixwest em ji nêz ve rewşa jinên Rojava bişopînin

17:08

JINHA


SILÊMANIYÊ- Parlementera Herêma Başûrê Kurdistanê ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan Keşedar Hefîd lêborîna xwe ji jinên Rojava xwest û diyar kir ku Asayiîşa herêmê rê nedan wan ku derbasî Rojava bibe.


Duh 31 Jinên endamên Parlemanê û endamên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi armanca pirştgiriya şoreşa Rojava xwestin bi rêya deriyê sînor yê Sêmalka re derbasî Rojava bibin, lê rayedarên hikûmeta herêmê rê neda ku şandeya jinan derbaz bibe.


Perlementera Herêma Başûrê Kurdistanê ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan Keşedar Hefîd ku di nava şandeya jinan de bû li ser malpera xwe ya Facebook`ê daxuyaniyek weşan û lêborîna xwe ji jinên Rojava xwest, Hefîd diyar kir ku asayişa herêmê rê nedan wan ku derbasî Rojava bibe.


Di daxuyaniya Keşedar de wiha hat gotin: “Me dixwest ku ji nêz ve rewşa jinên Rojava bişopînin, wan guhdar bikin û alîkariya wan bikin. Me dixwest derbarê girtina deriyên sînor ku bûye sedema hejarî û xizaniyê de agahiyan zanibin.” Keşedar diyar kir ku ew bi vê armancê çûne herêma deriyê sînor û wiha dewam kir: “Lê mixabin hêzên ewlekariyê yên herêma Behdînan rê nedan ku em bi jinên Rojava re hevdîtin pêk bînin. Jinên Rojava ji bo pêşwazîkirina me hatibûn ber deriyê sînor lê hêzên asayişê bi hênceta ku roja Betlanê ye rê nedan ku em derbas bibin, me ji wan re got emê li vir bimînin heta sibê lê wan dîse nehiştin em li wir bimînin.”


Keşedar bi van gotina dawî li daxuyaniya xwe anî: “Mixabin ku di vê Newrozê de rewşa yekîtiya netewa Kurd wiha be.”


Hêjayî gotinê ye ku hin navendên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê gotibûn ku nûçeya derbarê qedexekirina derbasbûna jinan ne rast e.


(zt)