Di nava civakên demokratîk de pergala parastina rewa …

10:25

Mizgin TABU/JINHA


JINHA


ŞİRNEX – Di nava civakek demokratîk de parastina rewa çawa dibe? Welatiyên Silopiya bersiv dan vê pirsê. Welatiyan diyar kirin ku parastina rewa mefekî miroviye û mirov bi vî mafê xweyê xwezayî  xwe li hember êrîşên ji derve diparêzin û gotin: “Heger civakek jiyankirina ziman, çand û aboriyê diparêze û zararê nade civakên dinê wêdemê ev parastina rewaya demokratîke. Parastina demokratîk zererê nade maf û jiyana tu civakên dinê. Tenê bi vî awayê parastinê hemû gel dikarin li gorî mafên xwe yên xwezayî jiyan bikin.”


Welatiyên Slopiya bersiv dan pirsên weke “Parastina rewa ji bo civakê tê çî wateyê?”, “Ji bo civakek demokratîk çima parastina rewa şerte?”, “Çima parastina rewa giringe?” Xebatkara Akademiya Jinan ya Silopya yê Çîmen Fîdan mînaka gulê ya ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan dayî bibîrxist û wiha got: “sitiriyên dora gulê, gulê diparêzin. Ew sitirî nahêlin kes ziyanê bide gulê û gul di rewşa xwe ya xwezayî de dimîne.” Çîmen anî ziman ku din ava civaka demokratîk de heger hinek hewilbidin mafê hinekedinê binpê bikin ji vê re destur nayê dayîn û bi xwezayî mirov li hemberî van rewşan bertek nîşan didin û wiha domand: “Ev bertek ji ber xwe de weke bertekek xwezayî derdikeve, ango parastina rewa vê dide afirandin. Heger yek bêmafiyê bike û li ser wê jî xwe biparêze wê demê ev dibe parastina kesanî.”


‘Di civakên demokratîk de her kes bi rengê xwe heye’


Çîmen da zanîn ku civak bi du awayan ji hev cuda dibin ya yekem “ziman” ya duyem jî “ol” û wiha berdewam kir: “Dîn ayîdê gelek civakane. Lê civak lig ora zimanan ji hev tên cudakirin. Heger zimane civakekê ji aliyê henekedinê ve têne bişaftin û ew civak bertekên xwe tînin ziman wêdemê ev parastina rewaye. Heger  civak li hemberî vê rewşê bertekên xwe nayînin ziman wê demê ew civak ji rastiya xwe dur ketiye. Di civakên demokratîk de divê her kes bi reng, deng, ziman, çand û olê xwe bên pejirandin. Ji bo civakek demokratîk ev giringin. Di civakên demokratîk de çawa civakek mafê xwe diparêze, di heman demê de di vê mafê civakên dinê jî biparêze. Din ava civakên demokratîk de heger mafê kesekê tê xwarin  û mafê kesan yê xwezayî tê binpê kirin wê demê divê li wan kesan xwedî derkevin.”


‘Yên xwe neparêzin nikarin derdora xwe jî biparêzin’


Çîmen bilêv kir ku din ava civakên demokratîk de wekheviya kesanî heye û wiha pêde çû: “Heger civak li kesên mafê wan tê binpêkirin xwedî dernekeve wê demê ew civak ne demokratîke. Heger di civakekê de mafê kesan tê binpêkirin, fikirê kesan nayê pejirandin çand tên înkar kirin ev qirkirineke. Ji xwe bi fîzîkîn pêdivî bi kuştina wan kesan nîne, ev bi xwe mirine. Heger civakek dixwaze xwe bide jiyan kirin divê xwe biparêze. Heger nikare parastina xwe bike ji xwe miriye. Heger nikare xwe bi parêze nikare derdora xwe jî biparêze. Ji ber van sedeman divê despêkê kes ji xwe despê bike xwe biparêze paşê derdor û civaka ku têde dijî bi parêze.  Mirovek çawa xwe diparêze divê bi wî awayî xwezayê jî biparêze. Heger li cihekê xweza nayê parastin li wê jiyan nîne. Ji bo mirov bikarin bijîn pêdivî bi parastina xwezayê heye.


‘Bi parastina rewa civak mafê xweyê xwezayî diparêzin’


Li Silopiya Bijîşk Engîn Bulut jî destnîşan kir ku parastina rewa mefeke miroviye û mirov bi wî mafê xwe yê xwezayî xwe li hember êrîşên ji der ve diparêze û wiha axivî: “Weke bijîşkek heger niha li hemberî min êrîşek pêkbê, mafê minê xwe parastinê heye û bi rêbazên parastina rewa ezê xwe biparêzim. Nimune dima ku gundek komîsyona xwe ya gund ava bikin û li gora rêgezên parastina rewa dikarin xwe biparêzin. Heger civakek jiyankirina ziman, çand û aboriyê diparêze û zararê nade civakên dinê wêdemê ev parastina rewaya demokratîke. Parastina demokratîk zererê nade maf û jiyana tu civakên dinê. Tenê bi vî awayê parastinê hemû gel dikarin li gorî mafên xwe yên xwezayî jiyan bikin.” Engîn bilêv kir ku  Parastina rewa dayîna jiyan kirin ji bo mirovan û civakê xwediyê giringiyek mezine û wiha got: “Heger kes yan jî civak xwe li hember êrîşên ji derve neparêzin dê tuen bibin. Ji ber van sedeman parastina rewa giringe.”


Jiyana komunê: Li hemberî dewleta netew pergala alternaltîfe


  Perwerdevanê Mala Piştevaniya Perwerdê ya Silopiya (MAPER) Ehmed Zorlu jî derbirî ku dewlte netew li tevahiya cîhanê belav bûye û domand: “Hişmendiya yekane derketiye pêşiya me. Ev hişmendî bi giştî di hemû welatan de li ser dewleta netew hatiye avakirin. Netewên dinê jî ji derve mane. Perwerde, sazî û jin li ser dewleta netew û hişmendiya yekane tên rêvebirin. Li hemberî vê hişmendiya yekane pêşxistina pergala alternaltîfe. Mirov jî li gora pergala alternatîf xwe bi sazî bikin û karê xwe birêve bibin. “


‘Mînaka herî ber biçav ya parastina rewa Rojavaye’


Ehmed xebata MAPER’ê mînak da û wiha berdewam kir: “Dema ku em weke MAPER dexwazin biryarekê bigirin em hemû endamên saziyê kom dibin û bi hev re biryer didin. Heger wiha bibe her kes keda xwe dibîne û her kes keda xwe tîne ziman. Dema ku ev proje bi tevayî bikeve jiyanê wê demê pergala dewleta netew li paş bimîne. Di vê wateyê de em dikarin Rojava mînak bidin. Di kantonên Rojava de her gel bi deng û rengên xwe têde tên dîtin û xwediyê mafê gotinêne. Din av de kurd, ereb, suryanî û tirk hene û bi hev re jiyan dikin. Mirovên ji netew û olên cuda di rêveberiyên kantonan de cîh digirin. Di meclisên kantonan de her kes xwediyê mafê gotinêye. Parastina rewa jî bi heman awayî tê kirin. Mirovên ku kedê didin ji aliyê civakê ve keda wan tê dîtin. Jin û ciwan di parastina rewa de bi rengên xwe cîh digirin. Din ava pergala parastina rewa de keda kesê wenda nabe.  Ji ber van sedeman parastina rewa ji bo civakê giringe.”


‘Jin di her navendê de xwe bi xwe diparêze’


Ji Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Silopiya yê jî xwendekara ku perwerdeya kurdî dibîne Nêrgiz Tankan jî di derbarê parastina rewa de nêrînên xwe anî ziman û wiha axivî: “Ez bi xwe li Silopiyan dijîm. Divê jin di her navendê de xwe birêve bibin. Divê mafê jinan neyê binpêkirin. Di vê jin di her aliyî de xwe bi xwe biparêzin. Divê jin ne bi pergala deshilatan ango dewletê bi xwe xwe birêve bibin û xwe biparêzin. Divê jin bi tu aliyan ve neyê girêdan û bi xwe bi hêza xwe ya parastina rewa xwe birêve bibin. Pergala heyî pergalek qirêje û xwe li ser hebûna jinan bi rêve dibe. Jin bi saya Serokatiyê dikarin xwe bi xwe birêve bibin. Jin êdî ne jinên berêne. Berê jinan nedikarî li hember pergala heyî serî rakin, lê niha ne wihaye jin bi xwe dikarin xwe birêve bibin û xwe biparêzin. Ji ber van sedeman parastina rewa gelek giringe.”


(zt)