‘Ne tenê suryaniyan ezê nûneriya jinan û gelên dinê jî bikim’
11:58
Perihan-Kaya/JINHA
MÊRDÎN – Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Mêrdînê Februniye Akyol diyar kir ku wan bi şîara “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” dest bi xebatên xwe kirine. Februniye anî ziman ku ew dê ne tenê ji bo gelê suryanî bixebitin her wiha ji bo gelên elewî, êzidî, mihelmî, ereb û li gel van jî parastina nasnameya jinan hedef bigirin û got: “Weke suryaniyekê hebûna min li vê derê şikandina hişmendiya nerêni ya li hember tevgera gelê kurde. Li Mêrdînê hêvî û xeyalên me serkeftina BDP’ê ye. Bi BDP’ê re dê gelek tişt bên guherîn. Em bi vê bawerin.”
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya ku bi şîara “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” dest bi xebatên xwe yên hilbijartinan kirine dibin banê xwe de gelek gel civandine. Di hilbijarinên îsal de hemû gelên Mezopotamya dibin banê BDP’ê de civiyane. Gelek ji nemzetnê wan jî ji kesayetên xwediyê nasnameyên cuda pêktên. Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Mêrdînê Februniye Akyol da zanîn ku ew dê ne tenê ji bo gelê suryanî bixebitin her wiha ji bo gelên elewî, êzidî, mihelmî, ereb û li gel van jî parastina nasnameya jinan hedef bigirin û wiha got: “Tevgera gelê kurd bi dayîna bedelên mezin di tekoşîna jinan de şoreşek çêkirine. Ev pêvajoya şoreşê bi koteya jinan û hevşaredariyê berdewam dike.”
‘Bi koteya jinan despê kir û bi pergala hevserokatiyê berdewam dike’
Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Mêrdînê Februniye Akyol ya suryanî navê xwe ji Azizeyek di des sala 4’emîn de li Nisêbînê jiyan dikir girtiye. Wateya Fabronia bi xwe jî “sembola rastiyê” ye. Lê li Tirkiyê ji ber polîtîkaya bişaftinê hatiye guhertin û weke Februniye şêwe girtiye. Februniye bilêv kir ku pergala hevserokatiyê berhemê keda Tevgera Jinên Kurde û wiha domand: “Tevgera gelê kurd bi dayîna bedelên mezin di tekoşîna jinan de şoreşek despê kiriye. Ev şoreş bi koteya jinan despê kir û bi pergala hevserokatiyê berdewam dike. Hevserokatî di wateya xwe de wekheviye. Di çarçoveya demokrtîk, ekolojîk û paradîgmaya azadiya jinan de, di her aliyê jiyanê de hebûna wekheviyê ye. Jin hem di herêma siyasî de hem jî di herêma aborî de bi rêveberiyek hevseng kardikin.”
‘Emê bi gelê xwe re pirsgirêkên xwe çareser bikin’
Februniye destnîşan kir ku dema bi boneya xebatên hilbijartinan li Mêrdînê geriya ye hîn zêdetir dewlemndiya wê ya ku hatî talan kirin û mêtînger kirin dîtiye. Februniye derbirî ku dê weke BDP û gelê kurd ne tenê li navend Mêrdînê her wiha li navçeyan jî xizmetê bikin. Februniye diyar kir ku her çiqasî weke gelê Mêrdînê gelek pirsgirêkên wan hebin û li benda çareseriyê bin jî li pirsgirêka azadiyê di serî de tê. Februniye bilêv kir ku li gel pirsgirêka azadiyê pirsgirêka duyem ya herî mezin dibin avê de hiştina nirxên Mêrdînê yên dîrokî û pê re jî mexdurbûna gelê Mêrdînêye û wiha berdewam kir: “Emê weke BDP bi gelê xwe re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li hinek cihan jî weke antî porpaganda bi gotinên weke ‘Dê BDP bê dikan hemû bên girtin’ tên kirin. Em ji wan kesan re dibêjin ku: Ji xwe derê dikanan ne vebûye heya bê girtin.” Februniye bi vî awayî bal kişand li ser rewşa aboriyê.
‘Ez bi nasnameya xwe ya suryanî nehatim paşde xistin, hatim pêşewazî kirin’
Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Mêrdînê Februniye Akyol ya suryanî da zanîn ku ew bi nasnameya xwe ya suryanî nehatiye paşdexistin berevajî ji aliyê gel ve pir bi dilşadî hatiye pêşewazî kirin û wiha axivî: “Gel li hemberî me eleqeyek mezin nîşan didin. Peywira Hevşaredariyê ya ku min û Ehmed Turk girtiye li ser milê xwe bi qasî giringiya wê ewqas jî cidiye. Kurdan tekoşînek mezin û bedelên giranbûha dane. Kurd li gel tekoşîna xwe cîh didin gelên dinê jî. Bi telebên Serokê Gelê Kurd ez hatim hilbijartin. Ezê tenê ne nasnameya suryaniyan di heman demê de nasnameya jinan û nasnameya gelên dinê jî temsîl bikim. Ezê temsiliya gelên elewî, êzidî, mihelmî û ereb jî bikim. Weke suryaniyekê hebûna min li vê derê şikandina hişmendiya nerêni ya li hember tevgera gelê kurde. Li Mêrdînê hêvî û xeyalên me serketina BDP’ê ye. Bi BDP’ê re dê gelek tişt bên guherîn. Em bi vê bawerin.”
(zt)

