'Emê aştiyê hîs bikin û pêvajoyê ber bi pêş bibin'

13:36

JINHA


AMED – Îsal jî Newroza Amdê bi kelecaneke mezin hat pîrozkirin. Di Newroza dîrokî de peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku bi rojan her kes li benda wê bûn hat xwendin. Di peyamê de hatibû diyarkirin ku rol û mîsyonek mezin dikeve li ser milê jin û ciwanan. Endama Meclisa Jinên Ciwan ya BDP’ê Rojda Gultekîn girêdayî peyemê û taybetî jî girêdayî xala ku balkişandî li ser rol û mîsyona jin û ciwana nêrînên xwe anî ziman. Rojda diyar kir ku jinan herî kur şer jiyan kirine, hîskirine û di heman demê de jin herî zêde aligirên aştiyêne û got: “Emê weke ku me şer hîs kirî emê aştiyê jî hîs bikin û ji bo pêşdebirina pêvajoyê bixebitin.”


Ji hemû beşên civakê bi kelecaneke mezin li benda xwendina nemeya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya 2014’an bûn. Di nameyê de hat diyarkirin ku rolê pêşengiyê dikeve li ser milê jin û ciwanan. Endama Meclisa Jinên Ciwan ya BDP’ê Rojda Gultekîn wiha got: “Tevgera gelê kurd û Serokatî herî zêde giringiyê didin jin û ciwanan. Di tevgera gelê kurd de jin û ciwan xwediyê roleke giringin û Serokatî carekedinê giringiya rolê jin û ciwanan bibîrxist.”


‘Tevgera gelê kurd herî zêde giringiyê dide jin û ciwanan’


Rojda anî ziman ku Amedê bi kelecana Newroza îsal û xwendina nameyê carekedinê navê xwe li dîrokê nivîsand û wiha domand: “Di vê Newrozê de berpirsyariya xwedîderketina li Serokatî û pêvajoyê kete ser milê me. Emê çawan nêzî pêvajoyê bibin Serokatî carekedinê rê nîşanî medan û rol daser milê me. Hem çapemeniya Tirkiyê û hem jî raya gişti ya cîhanê dîtin ku Serokatî ev pêvajo daye despêkirin. Tevgera gelê kurd herî zêde rol dide jin û ciwanan. Di tevgera gelê kurd de jin û ciwan xwediyê roleke giringin û Serokatî carekedinê giringiya rolê jin û ciwanan raxist berçavan.”


‘Cîhgirtina jinan ya di pêvajoya muzakereyan de dê serkeftinê bîne’


Rojda balkişand li ser rola jinan ya di pêvajoya aştiyê de û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de me qet bawerî bi dewletê ne anî. Me baweriya xwe bi Serokatiya xwe anî û bi wî awayî em ketin rê. Ev bawerî jin û ciwanan dibin ewlehiyê de dihêle. Me salek ya pêvajoya çareseriyê li pey xwe hêla û jinên kurd li vê pêvajoyê xwedî derketin û bi giyanek mezin beşdarî kirin.”


‘Yên herî zêde bi kuranî şer hîs kirîn û alîgirên aştiyê ne jinin’


Rojda bilêv kir ku yên herî zêde şer bi kuranî hîs kirîn û alîgirên aştiyêne jinin û wiha pêde çû: “Me jinên ciwan pêvajoya muzakere û çareseriyê girte sermilê xwe. Ji niha û pêde jî berpirsyariya dikeve li ser milê me gelek girîng û zore. Emê rolê ku ketiye ser milê xwe bigirin. Me çawa di kuranî de şer hîs kiriye, emê bi wî awayî aştiyê jî hîs bikin û ji bo pêşdebirina pêvajoya çareseriyê bixebitin.” Rojda kaosa li tirkiyê heyî bi bîrxist û got: “Hem şerê navber hikumet û cemaetê û hem jî hêzên dinê bi giştî Tirkiye dinava kaosekê deye. Tenê pêvajoya niha ya muzakereyan dikare Tirkiye ji kaosa heyî rizgar bike.”


‘Hikumet di derdê lewazkirina pêvajoyê dene’  


Rojda got: “Em di ferqêdene ku hikumet dixwazin pêvajoyê lewaz bikin. Me baweriya xwe bi hikumetê ne aniye û ev pêvajo nedaye despêkirin. Me baweriya xwe bi vîna Serokatiya xwe ya aştiyê ya ku ev pêvajo daye despêkirin aniye.” Rojda xala ku di nameya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan de derbasdibû ya ku digot: “Dê biratiya gelan pêvajoyê berew pêş bibe” bi bîr xist û wiha got: “Pêvajoya aştiyê divê du alîbe. Lê em jin û ciwan neçarin ku vê pêvajoyê ber bi pêş bibin. Dema ku me pêvajo ber bi pêş bir wêdemê dê hikumat jî neçar be gavan bavêje.”


(zt)