KCD'ê banga xwedîderketina li Kobanê kir
14:49
JINHA
AMED - KCD'ê bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kantona Xweser a Kobanê û got, "Bi taybet gelên Kurdistanê em bang li her alî, kes, hêzên navneteweyî û saziyan dikin da ku li hember van çeteyên ji derve tên helwest bigirin û dengê xwe bilind bikin."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kantona Xweser a Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma qedexeker a Esad û dijberên wî yên tu ferqa wan ji rejîmê tune ne Sûriye veguherandine gola "xwînê", şer û atmosfera kaotîk kûr dikin. Daxuyanî wiha didome: "Gelê kurd bi gelê ereb, suryanî û gelên din re bi pergala demokratîk a li Rojava ava kir erdnîgariya xwe veguherand girava îstîqrar û aştiyê. Lê belê çeteyên ji derve tên her roj êrîşên xwe dewam dikin. Bi çekên giran êrîşî Kantona Kobanê dikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi wan êrîşan tê xwestin pêwendiyên di navbera kantonan de bên qutkirin û wiha hat gotin, "Bi taybet gelên Kurdistanê em bang li her alî, kes, hêzên navneteweyî û saziyan dikin da ku li hember van çeteyên ji derve tên helwest bigirin û dengê xwe bilind bikin."
(zt)
