'Em dixwazin vegerin gundên xwe lê baweriya me bi dewletê nîne'
10:40
Tekoşin Tekin / JINHA
EDENE – Ji ber şerê li herêmê yê dijwar gelek kes ji cîh û warê xwe hatibûn koçberkirin. Yek ji koçberên ku bi zorê ji cih û warê xwe hatiye koçberkirin Emîne Çig e. Emîne diyar kir ku piştî koçberiyê jî zordariya li ser wan berdewam kiriye. Emîne da zanîn ku ve 24 salin li Edeneyê dijî lê hîna hînî jiyana li wê nebûye. Emîne anî ziman ku ew dixwazin vegerin gundên xwe lê ji ber baweriya wan bi dewletê nayê, ew nikarin li cîh û warên xwe vegerin. Guler Ozbay jî di sala 1993’an de ji navçeya Xizxêr ya Sêrtê ji ber zordariya dewletê neçar mane koçî Edeneyê kirine. Guler jî destnîşan kir ku ew dixwazin vegerin gundên xwe lê ji ber tundiya dewletê û cerdevanan ew nikarin vegerin.
Di salên 1980 û 1990’an de ji ber şerê li herêmê bi dijwarî berdewam dikir gelek gund hatin valakirin û gelek gundî neçarî koçberiyê bûn. Ji ber zordariya dewletê ya li ser gundiyan û bi taybetî jî ji bo dewlet gundiyan bikin cerdevan gelek zorî li ser wan kirin. Gundiyan yan dê cerdevanî bipejirandana yan jî rastî kuştin lêdan û hemû cureyên nêzîkatiyên ji derveyî mirovane dihatin. Ji ber van kirinan gelek welatî ji herêmê koçî metrepolên Tirkiyê kirin. Ji ber bajiarên weke Mêrsîn û Edend nêzî herêmêne piranî welatiyên ku koç kirine li wan cihên nêz bicîh bûne. Yek ji van malabatan jî malbata Emîne Çig e… Emîne Çig li gel malbata xwe 24 sal berî niha ji gundê Kapanliyê yê Şirnexê koç kirine. Malbata Emîne ji ber zoriyan neçar mane koç kirine û li taxa Şekirpaşa ya Navçeya Seyhana Edeneyê bicîhbûne. Emîne derbirî ku li Edeneyê ji ji zordariyan xilasnebûne û ew hatiye girtin 4 sal di girtîgihê demaye.
‘Ji ber tirsa me ya ji bombeyen me di şikeftan de jiyan dikir’
Emîne ya ku berî niha 24 salan ji gundê Kapanli yê Şirnexê koçî navçekya Seyhanê ya Edeneyê kirî sedemên koçberiya xwe û zoriyên ku pêre ru biru mayî vegot. Emîne bilêv kir ku dema hîna li gundê xwe bûn bi şev û roj li ser wan bombe dihatin barandin û got: “Min û zarokên xwe me jiyana xwe di şikeftan de derbas dikir. Ji ber me nedikarî em di mala xwe de bisekinin. Serê sibê hîna zu leşker dihatin malên me lêger dikirin.” Emîne anî ziman kul i gorî cerdevan û leşkeran dizanîn tuştek qedexe di malên wan de nîne jî lê her roj lêger dikirin û wiha got: “Tenê ji bo zilime l ime bikin her tişt dikirin. Her tiştên ku dikirin ji bom e ji ser axa me derxînin dikirin. Me di şikeftan de jî jiyan kiribana me dê jiyana xwe li ser axa xwe berdewam bikin. Lê çon şikeftên me jî bombe kirin.”
‘Em neçar man ku her yek bi aliyekê de biçin û ji axa xwe dur bikevin’
Emîne diyar kir ku ji bo ji warên xwe durnekevin li hemberî hemû zoriyan li ber xwe didan, lê di dawiyê de gundê wan hat şewitandin û neçarî durketina ji warê xwe û koçberiyê bûn. Emîne qala roja ku gundê wan hatiye şewitandin kir. Emîne da zanîn ku roja agir bi gundê me xistin, welatî hemû li cihekê kom kirin û kirin rêz û wiha domand: “Em jin, mêr li gel hesp û ajalên me em hemû din ava hev de kom kirin. Paşê mêr ji nava me derxistin û birin li wan xistin. Li aliyekê gund dişewitî, li aliyê dinê mirovan lêdan dixwarin. Dema ku gundê me şewitî em neçar man ku ji gundê xwe birevin û ji axa xwe durbikevin.
‘Li gel wan hemû zorî tu kiryarên dij mirovane me dest ji vîna xwe berneda’
Emîne wiha axivî: “Me li Edeneyê kes nasnedikir. Tu per û karê me jî nebû. Me nedikarî me tuştekê bikin. Dema ku em nû hatin Edeneyê em li malek du ode de man. Li cihê ku em lê diman jinan karkeriya demsalê dikirin. Ji bom e jî li gel xwe bibin, me rica ji wan dikir. Lê wan em li gel xwe nebirin. Nedixwestin em bixebitin. Li gel ewqas zoriyên kum e kişandine jî tu varî me dest ji vîna xwe û heskirina xwe ya azadiyê berneda. Li vê derê jî dewletê em rihet bernedan. Çend meh paşê cardin hatin li ser mala me de girtin. Despêkê hevserê min girt û du roj paşê jî hatin ez girtim. Me li miduryeta polîsan îskence dît. Ez 4 salan di girtigihê de mam.” Emîne destnîşan kir ku ew pir dixwazin vegerin gundên xwe lê ji ber baweriya wan bi dewletê nîne, nikarin vegerin.
‘Em dixwazin biçin gundên xwe lê baweriya me bi dewletê nîne’
Guler Ozbay jî yek ji mexdura koçberiyê ye. Guler bi xwe ji gundê Erkenta Navçeya Xizxêr ya Sêrtêye. Di sala 1993’an de ji ber zordariya dewletê neçar mane koçî Edeneyê kirine. Dema ku Guler li gel malbata xwe koçî Edeneyê kirine li taxa Şakirpaşa ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê bicîh bûne. Guler anî ziman ku heger zordariya dewletê li ser wan nebana jiyana gundê wan ji her derê xweştirbû. Guler bilêvkir ku dem ali gundbûn şevekê 7 top danîn gundê wan gelek mirov û ajal parçebûn ji kuştiyan û birîndaran xweza mirov lawir her der ji hev ketibû û wiha berdewam kir: “Emê çî bikin em şaş man. Ji wê şevê û şonde dewletê nehêla em li gundê xwe bijîn. Em di wê demê de ji gundê xwe derketin û hatin li Edeneyê bi cîh bûn. Li Edeneyê jî dewletê gelek zorî l ime kirin. Zarokên mine w zoriya dewletê ne pejirandin û derketin serê çiyayên azad.” Guler diyar kir ku dema ji gundê xwe derketiye gelek zorî dîtiye. Guler anî ziman ku ew dixwazin vegerin gundên xwe lê ji ber zoriya dewletê û cerdevanên gund ew nikarin vegerin û wiha got: “Em naxwazin carekedinê rastî şidetê û zilmê bên.” Guler bilêv kir ku bi saya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan kurd muhatab hatine girtin û wiha domand: “Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin.”
(zt)

