Sînem: Emê şaredariyê bikin şaredariya gel û jinan
12:25
Zehra DOGAN / JINHA
ENQERE – Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Haymanayê Parêzer Sînem Coşkun girêdayî Haymanayê projeyên xwe anî ziman û got: “Heta niha tenê şaredariyên gel karê rast kirine. Ji niha û pêde jî pirsgirêkên nava gel li bendêne bi riya çareseriyên demokratîk bên çareser kirin. Di vê wateyê de hişmendiya me ya rêveberiyên herêmî dê avakirina şaredariyên gel û taybetî jî jinan be.”
Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Haymanayê Parêzer Sînem Coşkun girêdayî Haymanaya kurd, tirk, tatar, Boşnak û Turkmen têde dijîn projeyên xwe vegot. Parêzer Sînem diyar kir ku Haymanaya şêniya wê 30 hezare di heman demê de xwediyê sazumaniyek têkele û aboriya wê nehatiye pêşxistin. Sînem da zanîn ku dê weke HDP li hemberî bişaftênê û bêkariya mirovan bi projeyên xwe yên nû îmza bavêjin binê gelek nûbûnan. Sînem anî ziman ku hikumetê tu lêçun li Haymanayê nekiriye. Sînem destnîşan kir ku ji ber bêkarî û feqiriyê her dem welatiyên Haymanayê neçar dibin ku koçî Enqereyê bikin û ji neçarî di bajarên mezin de bi muçeyek kêm bixebitin. Sînem derbirî ku gelek welatiyên Haymanayê li Enqerê di şertên gelek zor de dixebitin û jiyana xwe berdewam dikin.
‘Astengiyên li pêşiya jinan dikarin bi polîtîkayên jinên şoreşger ji holê rabin’
Sînem bilêv kir ku HDP bi pargala hevserokatiyê ya ku di rêveberiyên herêmî de wekheviyê bingerh digire di aliyê siyasî, civakî û îdeolojî de pêngaveke raste û wiha got: “Di tekoşîna çînî de azadiya mêran bi 3 halatan û azadiya jinan jî bi 4 halatan dibe.” Sînem diyar kir ku jin di bîstanan û fabrîqeyan di cihê herî biçuk yê helberînê malê de li gel mêran dixebitin û heta ji mêran zêdetir jî dixebitin, lê di mekanîzmayên siyasî û civakî de heta dawiyê bi sînor û zore û wiha domand: “Astengiyên li pêşiya jinan û saziyên jinan tenê bi polîtîkayên jinên şoreşger dikarin bên derbaskirin. Di vê wateyê de pargala hevserokatiya HDP’ê ya wekheviya zayendî pir giringe.”
‘Helberînkara aboriyê yên veşatî jinin’
Sînem da zanîn ku jin hilberînin aboriyê yên veşartîne, ji keda xwe biyanî bûne û ji ber van sedeman di qadên civakî de nayên dîtin û wiha berdewam kir: “Jin di zeviyan di dixebitin. Ajalan xwedî dikin. Karên nava malê dikin. Zarokan mezin dikin û jiyana xwe bi karkirinê berdewam dike. Lê li hemberî vê ked û xebata xwe muçeyek biçuk jî nagire. Nimune destkeftiyên ku ji zevî û ajalên xwe digirin weke destkeftiyên meran tên dîtin. Di derbarê dahata ji keda wan ya hevbeş digirin jin li ser wî deskeftiyî ne xwediyê mafê gotinêye. Lê bi destxistina wan pere û deskeftiyan de kedek mezin ya jinan haye. Lê jin ji keda xwe bedel û nirxekî berbi çav nagirin.”
‘Hişmendiya me ya rêveberiyên herêmî li hemberî pirsgirêkan avakirina rêyên çareseriyêye’
Sînem destnîşan kir k udi kolanên Haymanayê de hema bêje jin naxweyên û wiha pêde çû: “Li vê derê ji derveyî perwerdeyên dînî û qursên quranê tutiştekî dinê ji bo jinan nehatiye kirin. Li vêderê şideta li ser jinan û di temenê biçuk de bi zorê zewicandina wan pire. Li Tirkiyê yek ji navendên herî zêde zarok di temenê biçuk de hatine zewicandin evdere. Bi taybertî di aliyê tenduristî, civakî û derunî de qirkirinek ya jinan berdewam dike.” Sînem anî ziman ku hişmendiya HDP’ê ya li rêveberiyên herêmî û rêveberiya şaredariyen mîladeke û wiha axivî: “Heta niha gotin û kirina herî li pêş ya şaredariyên gelin. Ji niha û pêde jî pirsgirêkên nava gel li bendêne bi riya çareseriyên demokratîk bên çareser kirin. Di vê wateyê de hişmendiya me ya rêveberiyên herêmî dê avakirina şaredariyên gel û taybetî jî jinan be. Em weke HDP qala hişmendiya xwe ya rêveberî û şaredariya nû dikîn. ”
‘Dê li Haymanayê hilbijartin piştevaniya jihan nîşan bide’
Sînem diyar kir ku dê weke HDP pirsgirêkên jinan bibînin û li çareseriya wan bigerin û got: “Di vê wateyê de tenê li Haymanayê armanc ne hilbijartine. Li gel jinan bi hev şêwirîn, rêxistina jinan xurtkirin û jin anîna rêveberiyê giringe. Bi boneya aborî û civakîbûnê di navêde de û lig undan çêkirina kooperatîfên jinan. Xebatek me ya ji bo avakirina bazarek wiha tenê hilberîna jinan têde bê firotin û pêşkêş kirin heye. Dê projeyên me yên di derbarê tenduristî û perwerdeya zayendî de çêbibin. Lê weke min berê jî gotî dê xebatên me yên bingehîn ji bo ji nava malê derxistina jinane.”
(zt)

