Zana: Ev hilbijartin şoreşa demokratika gelan e

12:59

 


JINHA


ÊLÎH-Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyle Zana ji bo serdana lokala hilbijartana partiya  BDP’ê  hat  Êlihê. Zana diyar kir ku  ev  hilbijartina ku li pêşiya wan  ji bo gelê kurd şoreşa demokratik


Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyle Zana ji bo serdana lokala hilbijartana rêxistina BDP’ê  hat  Êlihê.  Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyle Zana ku bi rojan e li heremê cuda lokanên hilbijartinê ya BDP’ê ziyaret dike, ji bo pişgiriyê bide namzetên Hevşaredarên BDP’ê li lokala hilbijartinê  bi Êlihiyan re  hat cem hev. Di nav de endamê PM’ê ya BDP’ê ya Êlihê Nezîr Gurcan, Hevsarokê BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay, namzeta Hevşadar Sabrî Ozdemir, HDP, Meclisa Dayikên Aşitiyê, nunerên saziyên sivil û bi sadan kes Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyle Zana bi girseyî pêşwazî kir. Girseya ku hatibûn lokala hilbijartinê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê vekirin û bê navber diruşmeyên “Bijî Serok Apo”,” Bê Serok jiyan nabe”,”PKK e gel e, gel li vir e”,”Silav silav ji îmraliyê re hazar silav” hatin berzkirin. Girse ji bo kesên ku jiyana xwe di şerê şoreşê de ji destdabun bi deqeyek rêz hat girtin.


Di serî de namzetê Hevşaredarê BDP’ê ya Sebrî Ozdemîr axavtinek  kir. Ozdemir anî ziman ku dema Leyla Zana û rêhevalên xwe li meclisa Ankarayê ji bo azadiya gelên kurd xebetên xwe dimeşandin bi kedeke mezin têdikoşiyan û eger em îro em bi zimanê kurdî  axivin sayeya wan kesên ku ji bo azadiya jiyana xwe ji dest dan e.


Piştî axavtina Ozdemir  Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyle Zana axavtinek kir. Zana anî ziman ku gelê Êlihê bi salan ê ji bo azadiya xwe gelek eşan kişandiye û gelên Êlihê îro ger  baş bizanibin ku ev  hilbijartin ji bo gelê kurd şoreşa demokratik e û rêberê ve şoreşê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û Zana wiha got:” Ez li her derê dibejin ku ev hilbijartin li pêşiya me ne tenê hilbijartineke jirêzeye ev hilbijartin senbola demokarasiyê ye ev pengaveke yekemin e ji ber ve yeke gelê kurd bila baş xebatên xwe bimeşinin”.


Zana diyar kir ku azadaya gelê kurd azadiya hemû gelan e û rêxistina gelê kurd buye hêvîya Tirkiyê tev.Piştî axavtinan hunermendê Dicle Firat a Amedê Rênaz Piro derket li ser dikê û beşdaran li stranên xwe coşan.


(pk/zt)