Li gel birîndariya Mehmed malbata wî hat gunehbarkirin!

13:38

JINHA


AMED – Serbijîşkê Nexweşxaneya DU yê Prof. Dr. Saît Alan girêdayî rewşa zarokê bi navê Mehmed Ezer yê 10 salî ku li Sîlvanê bi guleya polîsan birîndarbûyî û niha di naxweşxanê de tê tedawîkirin agahî da. Saît diyar kir ku Mehmed êdî tehlîke xilaskiriye. Dema ku malbatê ziyaretkirina Wezîrê Ajalvanî û Çandiniyê Mehdî Eker ya zarokê wan yê li nexweşxanê red kirin. Waliyê Amedê Mustafa Cahid Kiraç jî bo gotênên weke malbat li zarokên xwe xwedîdernakevin, malbat sucdarkir.


Li navçeya Farqîna Amedê di dawiya mitînga BDP’ê de polîsan mudaxeleyê girseya gel kir. Di mudaxeleyê de polîsan bombeyên gazê bikar anîn. Di encama mudaxeleyê de bombeyek gazê ya polîsan rastî serê zarokê 10 salî yê bi navê Mehmed Ezer hat û giran birîndar bû. Li Neweşxaneya Zanîngiha Dîcleyê tedawîkirina Mehmed berdewamdike. Rîska herikîna xwînê ya li ser mejiyê wî heye û tehlîkeya jiyana wî berdewamdike. Bavê Mehmed Nazmî Ezer berteknîşanî çuyîna Wezîrê Ajalvanî û Çandiniyê Mehdî Eker ya nexweşxaneyê da. Wezîrê Ajalvanî û Çandiniyê Mehdî Eker, Waliyê Amedê Mustafa Cahid Kiraç û  Serbijîşkê Nexweşxaneya DU yê Prof. Dr. Saît Alan li ber naxweşxaneyê daxuyanî dan.


Walî malbat gunehbarkir!


Serbijîşk Saît Alan anî ziman ku hişm Mehmed vekiriye û rewşa wî başe û got: “Dikare xwarinê bixwe. Rewşa wî ji metirsiyê derketiye. Çend rojên dinê dê di yogunbakimê de bimîne û paşê bigirin odeya normal.” Wezîr Mehdî Eker jî  wiha got: “Ne diyare tişta rastî serê wî hatî bere dar yan jî weke tê îdeakirin bombeya gazêye. Girêdayî bombeya gazê axaftin  niha zuye.”  Waliyê Amedê Mustafa Cahid Kiraç jî malbat gunehbarkir û got: “Divê malbat li zarokên xwe xwedî derkevîn. Dim ava mehekê de di destê gelek zarokan de bombeyên gazê teqiyane. Cihê zarokan parqên bidaristanin ne navendên pevçonanin.”


(zt)