KCDP’ê bernameya çalakiyên xwe yên heftane diyar kirin
14:21
JINHA
STENBOL – Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan bernameya çalakiyên xweyên heftane derxistin. Ji ber qetilkirina Ozgu Gundogan ya ku ji aliyê hevalê xweyê mêr yê berê ve hatibû qetilkirin dê ji ber Rektora Zanîngihe bimeşin. Sibê jî dê li Edliye ya Çaglayan doza Goçmen bişopînin.
Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan bernameya çalakiyên xweyên heftane derxistin. Jin di 25’ê Adarê de li Odeya Mekîneya Muhendizan hatin bahev. Girêdayî çalakiyên xwe yên hefteya pêşiya me civînek li darxistin. Li gorî bernameya çalakiyên Platformê dê ji bo Ozge Gundogan ya 21 salî ku de 6’ê adarê de li Stenbolê ji aliyê hevalê xweyê mêr yê berê ve hate qetilkirin li Meydana Beyazit bênbahev. Dê bi gotina “Emê ji polîsên ne parastin û rektora bêdeng ma hesab bixwazin.” Ber bi Rektora Zanîngiha Stenbolê ve bimeşin. Di 27’ê Adarê de dê li Edliye ya Çaglayan doza Muhterem Goçmen bişopînin. Endamên Platformê ji bo rawestandina şideta li ser jinan bang li hemû jinan kir ku bi hev re bimeşin.
(zt)

