Çîroka ku naghije nifşa seyemîn ‘Zimanê dayikê’

12:44

 


Pelîn ÎKTUEREN / JINHA


ÎZMÎR – Çîrokeke koçberiyê ye…  Arnavutên ku ji Balkana koçberê Tirkiyeyê bûne, di  navbera her du çandan de dixwaze bi çanda xwe re bijîn. Di nav vê hewldanê de gelek destkeftiyên van hene. Dewlemendiya her du çandan… Lê tişkên bi nirxj jî tên jibirkirin. Wek ziman…  Çîroka Arnavutan a zimanê dayikê, çîroka ku naghije nifşa seyemîn, ji ber ku ber bi windabûnê ve diçe.


Gulşah Şuma 84 salî û keça wê Zînet Duyguya ku 67 salî ji gundê Şûma Makedonyayê koçberê Îzmîrê bûne. Gulşah û Zinet Duygu, bal kişandin çîroka xwe ya koçberiyê û pirsgirêkên xwe yê adaptasyonê. Gulşah û Zînet di sala 1955’an de gundê xwe terk kirin û hatin erdnegariyeke biyanî, dest bi jiyaneke nû kirin.


‘Erdnegariyeke nû û jiyaneke nû’


Erdnegariyeke nû û jiyaneke nû… Malbat ji bo debara mala xwe li maxazeyekî de dest bi kar kir. Malbata Şuma gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane, Gulşah wiha qala biyanibûna xwe kir: “Me zimanê tirkî nedizanî, me rê û rêbaz nedizani. Gelek kes pirs ji min dikir. Wekî zarokên te hene, tu zewiciyî hwd. Ji ber ku min zimanê van fêm nedikir, min hemû pirsan de na digot. Dema zorakên li cem min bin jî min digot zarokên min nîne. Dema mirov ziman nezane mirov rezil jî dibe, berê me wisa difikirî.” Gulşah, da zanîn ku niha em zimanê xwe yê arnavutî ji birdikin, niha gelek wateyên peyvan nizanin û dema xizmên xwe re diaxifin nikarin rihetir biaxifin, xwişk û birayên Gulşahê êdî  zimanê Gulşahê fêm nakin.


‘Gelek bi xemginim ku min zimanê xwe yê dayikê ji birkiriye’


Zînet Duygu dema 10 salî bûna berê koçberê Tirkiyeyê bûne. Zînet, da zanîn di dest pê de tirkî nedizanîn û bi pirsgirêkan re rû bi rû diman. Ji ber neçariyê Zînet û malbata xwe hînê kurdî bûn û êdî zimanê xwe yê dayikê jî ji birdikirin. Zînet, daxuyand ku niha gelek bi xemgine ji ber ku zimanê xwe yê dayikê ji birkiriye, dema xizmên xwe re diaxifin nivî arnavutî  nivî jî tirkî diaxifin.


Ligel her tiştî dîsa jî çanda xwe di dawetan de, xwarinan de tînin ziman. Çend hinê Tirkiyeyê bûne jî gelek bêriya welatê xwe dikin.


(pî/gk/la)