Dê ji aliyê MEYA-DER’ê ve meşa Newala Qesaban pêkbê
15:21
JINHA
AMED – Seroka MEYA-DER’ê Leyla Eyaz diyar kir ku bi boneya ji 21 heta 28’ê Adarê hefteya Qehremanan dê bimeşin Newala Qesaban û got: “Newla Qesaban cihê şihadeta Mehsum Korkmaz û mezara bi sedan hevalên mene. Ji aliyê dewletê ve Newala Qesaban bûye cihê çopa leşkeran û hestiyên ajalan. Ji ber van sedeman divê em zêdetir li Newala Qesaban xwedîderkevin.”
Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Xizmên Wendayan (MEYA-DER) dê bi boneya 21 heta 28 hefteya qehremanan û di 28’ê Adara 1986’an yek jî pêşengê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) li Newala Qesaban jiyana xwe jidest dayî dê wê rojê meşekê li dar bixin. Tê payîn ku dê ji bajarên herêmê yên weke Amed, Êlih, Şirnex Mêrdîn û Sêrt girseyek mezin din av de saziyên civakiyên sivîl û rêveberên BDP’ê jî heyî bimeşin Newala Qesaban. Herwiha ji ber beşdarbûna meşê dê ji ber derê avahiyên BDP’ê yên navend û navçeyan wesayît bên amadekirin û ber bi Newala Qesaban ve bikevin rê. Girêdayî meşê Seroka MEYA-DER’ê Leyla Eyaz axivî û da zanîn ku dê girseyek mezin tevlî meşê bibin.
‘Dewlet li ser hestiyên me rê çêdike’
Leyla balkişand li ser giringiya Newala Qesaban ya ji bo gelê kurd û wiha got: “Newala Qesaban hem cihê şehadeta Mahsum Korkmaz û hem jî mezara bi sedan hevalên mene. Em duh çon herêmê û me dît dewlet li ser hestiyên me rê çêdike. Ji ber van sedeman divê em li Newala Qesaban xwedîderkevin.” Leyla destnîşan kir kul i herêmê bê hejmar gorên komî hene, bi salane dewlet sucên şer dike û ten Newala Qesaban yeke ji gorên komî. Leyla derbirî ku Newala Qesatan bûye sîmegeye gorên komî li herêmê.
‘Ji bo berdewamkirina pêvajoya çareseriyê divê gorên komî bin vekirin’
Leyla anî ziman ku sicîla gorên komî hemû li gel dewletêne û ji bo derxistina wan dêbixebitin û wiha domand: “Dewlet gorên komî dixebitînin. Li herêma Newala Qesaban hestiyên ajalan û çopa leşkeran li wê valadikin. Newala Qesaban ji bo malbatên şehîdan herêmek gelek giringe.” Leyla bilêv kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Serok PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin berdewam bike divê gorên komî bên vekirin û wiha berdewam kir: “Hem ji bo xwedîderketina li Mehsum Korkmaz û hem jî ji bo xwedîderketina li hefteya qehremana em dixwazin gel beşdarî meşê bibin. Ji bo bîranîna şerhînên şoreşê û xwedîderketina li wan divê hemû gelê kurd Newala qesaban bibînin.”
Ji bo meşa Newala Qesaban dê 28’ê Adarê saet di 08.00’an de ji ber derê avahiyên BDP’ê yên navend û navçeyan wesayît ber bi Newala Qesaban ve bikevin rê.
(zt)

