‘Ji bo pêşdeçuna pêvajo divê Birêz Abdulah Ocalan serbest bêberdan’

16:43

JINHA


AMED – Şaxa KESK’ê ya Amedê balkişandin li ser nameya Serok PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku di Newroza Amedê de hatî xwendin û di heman demê de di nameyê de biryarbûna xwe ya li gel pêvajoya aştiyê aniyî ziman û gotin: “Ji bo pêvajoya aştiyê bitendiristî birêve biçe divê Birêz Abdulah Ocanan serbest bêberdan. Heger wiha nebe dê pêvajoya aştiyê pir bi ewle nebe. Ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin divê berpirsyariya dikeve ser milê hikumetê bînin cîh.”


Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê girêdayî pêvajoya dawiyê li ber derê KCD’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de endamên KESK, MEYA-DER, Egitim-Sen jî di nav de gelek endamên civaka sivîl amadebûn. Di daxuyaniyê de panqartên weke “Ji bo pêvajoya diyalog û muzakereyan berew pêş biçe divê Birêz Abdulah Ocalan serbest bêberdan” hatin vekirin. Di daxuyaniyê de durişmên weke “Dewleta qatîl dê hesab bide” û “Mehmed Ezer ne bitenêye” hatin berzkirin. Berdevkê demê yê KESK’ê Ugur Yaman daxuyanî xwend. Ugur da zanîn ku hikumetê peywira xwe ya pêvajoya çareseriyê ne aniye cîh û wiha got: “Makezagonek demokratîk çênekirin. Astengiyên li pêşiya azadiya ramanê nerakirin.


‘Abdulah Ocalan biryara xwe ya li gel aştiyê diyar kir’


Ugur balkişand li ser doza KCK’ê û wiha domand: “Li ser sînoran bicîh kirina leşkeran û zêdekirina qereqolan me tixe nava metirsiyan.” Ugur destnîşan kir ku Serok PKK’ê Abdulah Ocalan di nameya xwe de biryarbûna xwe ya li gel pêvajoya aştiyê aniyî ziman. Ugur anî ziman ku mîmarê pêvajoya bê çalakî û çareseriyê Serok PKK’ê Abdulah Ocalane û wiha berdewam kir: “Ji bo pêvajoya aştiyê bitendiristî birêve biçe divê Birêz Abdulah Ocanan serbest bêberdan. Heger wiha nebe dê pêvajoya aştiyê pir bi ewle nebe.” Ugur bilvê kir ku ew weke Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê dixwazin di aliyê çareserkirina pirsgirêka kurdan de gav bavêjin û berpirsyariyên xwe bînin cîh.


‘Bila AKP ji polîtîkayên emperyalîzmê vegere’  


Sekreterê Gişti yê Egîtîm –Senê Abdulah Karaman jî diyar kir ku divê demek ji ya dinê zutir AKP dest ji polîtîkaya emperyalîzmê berde û got: “Divê hîkumet astengiyên li pêşiya xwebi xwe rêvebirina gelan rake.” Abdulah balkişand li ser buyera duh li Ferqînê rudayî û birîndarbûna zarokê 10 salî yê bi navê Mehmed Ezer û wiha got: “AKP’ê bi polîtikaya xwe ya di Kurdistanê de ‘Zarok be jin be ya giring emê bikin’ 200 zarokên me qetilkirine. Duh di mitînga partiyek ya ku vîna xwe ya demokratîk diyar kirî de êrîşî gel kirin û zarokek 10 salî birîndar kirin. Berkîn yê k udi berxwedana Geziyê de jî jiyana xwe ji dest dayî berxwedana jiyanê dida. Em weke kedkarên raya giştî carekedinê didîn diyar kirin ku emê li gel gelên  aştîxwazbin.


(zt)