Vekirina Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Zahide

17:14

 JINHA


ŞIRNEX – Ji aliyê Şaredariya Şirnexê ve Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Zehîde hat vekirin. Di vekirinê de rêbebera navendê Ayfer Şahîn axivî. Ayfer diyar kir ku ji bo bibin dengê jinên ku heta niha nekarîne ji malên xwe derkevin dê bixebitin.


Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Zehîde bi gorenekê hat vekirin. Di torena vekirinê de Cîgirê Şaredarê Şirnexê Faîk Saltan û endamên şaredariyê, Rêveberên Navenda BDP’ê ya Şirnexê, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Şirnexê Serhat Kadîrhan û Ozlem Onuk, Komusyona Jinên Baroya Şirnexê, Platforma Şaxa KESK’ê ya Şirnexê jî dinav de gelek welatî amadebûn.  


Di derbarê vekirina navendê de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akît da zanîn ku dê ve navend ji bo parastina mafê jinan xebatek giring bike. Rêveberas Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Zehîde Ayfer Şahîn jî destnîşan kir ku ji bo bibin dengê jinên ku heta niha nekarîne ji malên xwe derkevin dê bixebitin û wiha got: “Li vê derê armanca me ewe ku em ji bo jinan di aliyê çand û jiyana civakî de xebatê bikin. Dê saziya me bibe dengê jinên ku heta niha nekarîne ji mala xwe derkevin û xwe îfadekin.”


(zt)