Li zanîngehan îdiayên zextên bibin sîxutirtiyê tê kirin

13:03

 


JINHA


AMED – Xwendekarên Zanîngeha Erzinganê bi tehdîtên polîsên sivîl re rû bi rû mane û serî li ÎHD’a Amedê dan.


Xwendekarên Zanîngeha Erzinganê ên ku endamên Komeleya Xendekarên Demokratîk ên Erzginganê ji hêla polîsên sivîl re rastî şantj û tehdîtan tên. Xwendekaran bi riya telefonê serî li ÎHD’a Amedê dan û alîkarî xwestin. Xwendekaran da zanîn ku dixwazin xwendekaran bikin sîxur.


‘Pêşniyara sîxurtiyê tê kirin’


Xwendekarê ku ji ber ewlehiyê nedixwest navê xwe bîne ziman wiha qala rewşa xwendekaran kir: “Em nêzî 50-60 xwendevanin lê mehên dawiyê li hemberî me zexteke zêde heye. Bi taybetî zextê li ser xwendekarên ku nû dest bi zanîngehê kirine dikin. Dema hevalên me li malê derdikevin tên teqipkirin û pêşniyara sîxurî tên kirin. Piştre jî ev xwendekar tên tehdîtkirin. Her saetê û her demê avahiyên ku em dimînin tên şopandin. Her tim kotrola nasnameyan tê kirin.


 Xwendekar bi fikarin


Xwendekaran, daxuyand ku li dijî tehdît û sîxuriyê heta niha êrîşêke bi fîzîkî pêk nehatiye. Lê Xwendekar bi vî rewşê bi fikarin. Xwendekaran, destnîşan kir ku serî li ÎHD’ê danê ji ber ku divê raya giştî ji vî rewşê agahda be.


(gk/la)