'Dengên jinan yê BDP'ê ye'
10:29
JINHA
AMED – Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de BDP’ê li navçeyên Hênê û Karazê mitîng li darxistin. Di mitîngê de hat diyarkirin ku dengê jinan yê BDP’ê ne.
Ji hilbijartinên herêmî re çend roj man. Xebatên hilbijartinan bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li navçeyên Hênê û Karazê mitîng li darxistin û bi gel re hatin bahev. Bi hezaran welatiyan eleqeyek mezin nîşanî mitîngê dan. Di mitîngê de Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevserokê Navenda BDP’ê yê Amedê M. Emîn Yilmaz, Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Surê Seyît Narin, Namzetên Hevşaredarên Hênê Abdyrahman Zogurlu û Nevîn Oktay, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Karazê Bêrîvan Elîf Kiriç û Afulah Kar, jî amadebûn.
Di mitîngê de Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û got: “Êdî li hembrî we kurdên ku hun bi hîlan bixapînin nîne. Li hemberî we kurdên girêdayî ziman, ax, azadî û çanda xwe hene.” Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Surê Seyît Narin jî got: “Heger din ava pergalekê de Serokwezîr û wezîr dizbin, bê goman dê şaredarên wan jî dizbin. Emê bi dizan re nebin yek.” Hevserokê Navenda BDP’ê yê Amedê M. Emîn Yilmaz jî wiha got: “Gelê kurd jiyanek bi romet hilbijartine. Dema ku em 5 salên xwe bi 90 salên wan re tînin ba hev kê zêdetir xebat kiriye li ber çavane.”
(zt)

