Dê Dîcle bi rengê jinan ji nû ve bê avakirin
12:25
Nurcan YALÇIN / JINHA
AMED – Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya navçeya Dîcleyê Fevziye Arukan diyar kir ku cara yekê ye li Dîcleyê jinek dibe berendam û got: “Emê hemû xebata xwe bi reng û dengê jinan bikin. Emê di serî de li gel jinan û tevayî gel bi hev re biryar bigirin û bêxin meryetê. Dê navçeya me ya Dîcleyê bi rengê jinan zêdetir xweşik bibe.”
Navçeya Dîcleyê ya ku di dema Serhildana Şêx Saîd de guleya yekem li wê hatiye teqandin. Di 90 salan de yek ji navçeya herî êş kişandiye û şahidî ji êşên mezin re kiriye. Hîna li navçeya Dîcleyê şopên şer dixweyên. Li gel dîroka xwe ya 70 salan ya şaredariyê, lê hikumetê xizmetek ji bo nevçeyê ne kiriye. Di van 10 salên dawiyê de bi şaredariya BDP’ê re hinek bi ser xwe ve hatiye. Dîcle bi butçeyek biçuk hewil dide xwe li ser lingan bigire. Navçeya Dîcleyê li gel gundên xwe jî xwediyê şêniyek 50 hazariye. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya navçeya Dîcleyê Fevziye Arukan da zanîn ku li gel Dîcle xwediyê şêniyekî wiha mezine jî lê heta niha projeyên weke karû barên civakî, navendên çandê û îstihdamên kar nehatiye kirin û wiha got: “Xebatên ku 70 salan şaredarên partiyên pergalê nekirin, di 10 salan de BDP’ê kiriye. Lê hinek kêmaniyên me hene ji ber butçeya kêm ya şaredariyê ye. Butçeya şaredariyê pir kême. Emê hewil bidin li gel vê butçeyê xizmetên kar û barên civakî zêde bikin û îstihdama kar zêde bikin.”
‘Emê ne ji bo deshilatiyê ji bo rêbeberiya jinan bên ser kar’
Fevziye anî ziman ku li navçeya Dîcleyê jî pergala hevserokatiyê ya BDP’ê pir bi germahî tê pêşewazî kirin û wiha domand: “Weke hevşaredarek jin ezê xizmeta gelê xwe bikim. Welatî jig elek bi germahî nêzî vê pergalê û nêzî me dibin. Dema ku ez vê germahiya gel ya li hember namzetên jin min gelek şanaz dike. Hem bi nasnemeyek siyasî û hem jî bi nasnameya jinbûnê rêveberiya vî gelê k udi dîrokê de li hemberî tu zoriyan serî ne çemandine kirin ji bom in şanaziyek mezine.” Fevziye destnîşan kir ku siyaseta BDP’ê ne ya deshilatiyê ye û wiya berdewam kir: “Di rêveberiya partiyê de cîh girtin ji bo gel xebat kirine. Di pêvajoya pêşiya me de emê li bi gelê xwe re projeyan li dar bixin û bi hev re îmza bavêjin binê gelek serkeftinan. Bi salan eli gundan tu xizmet nehatiye kirin. Li cihê xizmetê gundiyan şidet û şer dîtine. Dengê ji bo BDP’ê biçe erênî kirina aştiyê ye, dengên ji bo deshilatiyê jî biçin diçin tê wateya erêkirina şer.”
‘Em ji nebûnê derfetan di afirînin’
Fevziye bilêv kir ku wê weke encumen dibiniya şaredariya BDP’ê de kar kiriye û wiha pêde çû: “Heta niha jî personelên şaredariyê yên jin nîne. Heta niha jî em tenê 2 jin di şaredariyê de dixebitîn. Piştî hilbijartinan karê mey ê despêkê em vê bê hevserngiyê ji holê rakin.” Fevziye balkişand li ser kêmbûna butçeya şaredariyê û wiha axivî: “Li gorî nebûna butçeya şaredariya me jî sazumaniyek hatiye avakirin. Di 6 mehên havînê de Salona Zîlan ya ji bo jinan pir giring hatiye vekirin. Li gel vê jî sê parqên ku hîna nehatihe temamkirin hene. Emê bi jinên Dîcleyê re bên bahev û bi hev re projeyan li darbixin. Dê karê mey ê yekê avakirina navenda çandê ya jinan be”
‘Em rêjeya dengan ya ji sedî 70 armanc dikin’
Fevziye diyar kir ku Dîcleya xwediyê şêniyek 50 hezarî ji bo jinan û ciwanan navendên îstihdamê nehatine vekirin û wiha got: “Navenda Dîcleyê xwiyê şêniyek 10 hezare, li gel gundan jî xwediyê şêniyek 50’î hezariye. Tu îstihdamên gel yên kar nîne. Ji bo gel heta niha hikumetê tu navend avanekirine. Li gorî ku Dîcle xwediyê avdanî û herêmên çandiniyê ye jî heta niha ji bo wê karek nehatiye kirin. Hema piştî hilbijartinan emê dest bi karê îstihdamê bikin. Li gorî ku şaredariya me xwediyê butçeyek kême jî emê li gel gelê xwe bi hev re herêmên kar û navendên îstihdamê vekin.” Fevziye da zanîn ku dema ku em 70 sal şaredariya pergalê û du pêvajoyan şaredariya BDP’ê bînîn berhev nemê ferqa xebata BDP’ê ji yên dinê baş bibînin û wiha domand: “Xizmeta partiyên pergalê di 70 salan de ji bo şaredariya Dîcleyê kirî û ya k udi 10 salan de BDP’ê bi butçeya kêm kirî li ber çavane her kes dibînin. Partiyên pergalê mal mal li dengan digerin. BDP jî xizmetê dike. Di hilbijartina li pêşiya me de me armanc dikîn ku ji sedî 70 dengan bigirin. Ji 7 heta 70 salî ji bo serkeftina BDP’ê gelê me di seferberiyê denin.”
Li Navçeya Dîcleyê hem xebatên hilbijartinê û hem jî kampanyeya îmzayan bi hev re rêkirin
Fevziye anî ziman kul i gel xebatên xwe yên hilbijartinan ew ji bo kampanyeya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” jî dixebitin û wiha axivî: “Li gel xebatên xwe yên hilbijartinê em ji bo kampanyeya îmzayan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ jî dixebitin. Di 15 rojan de me 5 hezar îmza komkirin. Li Dîcleyê me hedef kiriye ku em 10 hezar îmza kom bikin. Dema kum e di 15 rojan de 5 hezar îmza kom kirin, me hedefa xwe ya zêdetir komkirina îmzayan jî mezin kir. Kampanya çiqas berfireh bibe dê ew qas jî aştî nêz bibe.”
(zt)

