'Êrîşên Kobanê li dijî pergala demokratîk a Rojava ye'
13:46
JINHA
EFRİN – Endama Kordînesyona Yektîya Star Henîfe Hisên diyar kir ku êrîşên li dijî Kobanê li dijî hemû Kurdistanê ye û da zanîn ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê mînaka herî rast a şoreşa Sûriyê ye û teqez kir ku êrîşên li Kobanê li dijî pergala li Rojava hatiye damezirandin pêk tê.
Derbarê êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê û berxwedana jinên Rojava Endama Kordînesyona Yektîtiya Star Henîfa Hisên ji ANHA'yê re axivî. Henîfa Hisên diyar kir ku ji beriya hefteyekê ve komên çete yên DAIŞ'ê bi hevkariya hêzên herêmê û derve, bi armancê têkbirina vîna gelê Kurd êrîşên dijwar birine ser herêma Kobanê. Henîfa Hisên da zanîn ku gelê kurd li dijî êrîşan berxwedaneke bê hempa nîşan didin û berxwedana wan silav kir.
'Jinên Rojava pêşengiyê dikin'
Derbarê berxwedana jinên Rojava Henîfe Hisên bi bîr xist ku jinên Rojava di hemû qadên berxwedanê pêşengiyê dikin di mekanîzmeya biryarê, tekoşînê, xebatên siyasî û bîrdozî de bê ku yek gavê paş bimîne gav avêtin û wiha dom kir: “Jinan her wiha di xebatên aborî de cî girt û sîstema xwe ya aborî ava kir û pêş xist. Bi rastî jinên Rojava bi Kurd, Ereb, Suryan û Asûrên xwe di sîstema xweseriya demokratîk de jî cihê xwe girtin û di gelek qadan de di asta herî jor a rêveberiyê de cih girt.”
Henîfe Hisên, da zanîn ku piştî li Rojava herêmên xweser hatin damezirandin jinan lez dan xebatên xwe û bi vê yekê bala hemû jinên cîhanê kişandin ser xwe û wiha dom kir: “Sîstema demorkatîk a Rojava ku roleke mezin dan jinan, sîstema ku jinên Rojava destnîşankirine karîbû bala hemû jinên cîhanê bigire ser xwe.”
Henîfa Hisên helweste Partiya Demokratî Kurdistanê (PDK) ya derbarê Rojava rexne kir û got ku Partî Demokratî Kurd li Sûriyê di ambargoya li dijî Rojava de cihê xwe gitiye û wiha got: “Di dorpêçkirina herêmên Rojava ku ji aliyê Başûrê Kurdistanê pêk tê, ne ji aliyê hikûmeta Başûr de ye, ev kiryarên li dijî Rojava û siyasetên di deriyê Sêmalka de tê meşandin ji aliyê PDK'ê ve dimeşe. Hikûmeta Başûr nehatiye dameziranin, lê niha PDK'ê ku Başûr bi rêve dibe rê neda rêxistinên jinan ên Başûrê kurdistanê ku endamên parlemantoyê jî di nav wan de bûn ku derbasî Rojava bibin, Rayedarên Deriyê Sêmalka Şandeya jinên Başûr paşve vegerand û ne hişt ku rewşa li Rojava û şopandina berxwedana jinên Rojava derbasî herêmên wan bibin.''
'Kobanê rastî êrîşên pir alî tê'
Henîfa Hisên got ku êrîşên li dijî herêma Kobanê pêk tên ji aliyê gelek aliyan ve hatiye orgenîzekirina û wiha dom kir: “Pêwîste hemû gelê me û kesên ku xwe welatparêz dihesibînin ku êrîşên li dijî Kobanê ji gelek aliyan ve ye. Pêwîste hemû hêzên kurdistanî vê rastiyê baş bizanin, ev êrîş tenê êrîşeke heremî nîne, ev êrîşeke li dijî destkeftiyên kurdên Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê hemû pêkhateyan ve hatiye îlankirin pêk tên.''
'Siyaseta herî rast li Rojava dimeşe'
Henîfa Hisên destnîşan kir ku li herêma Rojhilata Navîn, Sûriyê û Rojava 3 sal in siyaseta gelê Kurd û tevgera azadiyê li Rojavayê Kurdistanê ji her kesî re îsbat kiriye ku ew poltîkaya herî raste û wiha pêde çû: “Gelê kurd û tevgera azadiya Kurdistan di bin pêşengtiya PYD û TEV DEM'ê de hemû saziyên xwe ava kirin û riya pêşeng dan meşandin. Ev polîtîka ku xwe wekî xeta 3'yemîn nîşan da ne ket nava şerê li ser desthildariyê û xwe li ser esasê guhertin û veguhertinên cewherî, biratiya gelan bi têgeha Netewa Demokratîk xwe da jiyan dan. Heta niha rastiya vê poltîkayê xwe isbat kiriye.”
Henîfe Hisên, bi bîr xist ku bi vê siyasetê herêm ma herêmên herî bi ewle di nava Sûriyê de ne û got ku bi vê yekê bi hezaran koçberên Sûriyê yên ji bajarên din xwe li Rojava bi cih kirin û wiha dom kir: “Gelê herêmê bi Ereb, Suryan, Asûr, Kurd û hemû pêkhateyên din li ser esasê Netewa Demokratîk dest dan hev û herêmên xwe yên xweser ava kirin. Siyaseta li Rojava hatiye meşandin xwe îsbat kir ku riya tekane ya çareserkirina xetimanidina li Sûriyê û riya çareserkirinê ye.”
'Li dijî sîstema gel êrîş pêk hatin'
Henîfe Hisên da zanîn ku sîstema gel ku ji aliyê pêkhateyên Rojava hatiye avakirin ji aliyê hêzên desthildar û hêzên navenetewî ve rastî êrîşan hatine û wiha got: “Îro tekoşîna gelê kurd a li Rojava tekoşîneke navendî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye û bandora xwe yekser li her çar parçeyan dike. Li Başûrê Kurdistanê jî modêlek heye, lê modêla îro li Rojava hatiye damezirandin modêleke nû ye, di vê sîstemê de hemû reng bê cudahî dikarin cihê xwe bigrin ji ber vê yekê ji aliyê hemû hêzên desthildar ên navnetwî û alîgirên wan ve rastî êrîşan tê.”
Henîfe Hisên destnîşan kir ku komên çete ku ji aliyê hêzên behsa mijarê hatine destekkirin û bi ser Rojava ve hatine şandin da ku teslîmkariyê li ser hemû pêkhateyên herêmê bê ferzkirin û rêveberiya xweriya demokratîk a Rojava bête binpêkirin.
'Gelê Kurd şoreşa rast a Sûriyê jiyan dike'
Henîfa Hisên anî ziman ku yên bi rastî şoreşa gelê Sûriyê parastine û jiyan kirine gelê Kurd e û wiha anî ziman: “Tu kesî wekî kurdan şoreşa rast jiyan nekiriye, bi rastî heger kurdan nûnertiya xwe di civîna Cinêv-2 an de kiriba wê demê dibû ku kurdan nabênkariyek di navbera rêjîmê û opozisyonê de kiriba û lihevkirinek hatiba kirin. An jî nîqaşên hîn giringtir hatibana kirin. Bi rastî ji ber kurdan cihê xwe di civînê de negirtin civîn bi ser neket. Dîsa jî em dubare dikin ku ne gengaz e bê kurdan tu çareserî ji pirsgirêka Sûriyê bête dîtin.”
'Tekoşîna jinan dê bi ser bikeve'
Henîfa Hisên baweriya xwe anî ziman ku dê tekoşîne jinan a hevbeş dê bi ser bikeve û wiha dawî li axaftina xwe anîn: “Baweriya me heye ku tekoşîna jinan a hevbeş bi ser bikeve, wê li Rojavayê kurdistanê demokrasî pêş bikeve û bibe modêla hemû Kurdistanê.”

