Li Efrînê di salekê de 270 jin ji hevserên xwe veqetiyan

13:58

Mizgîn Gorsê /JINHA


EFRÎN - Di sala 2013'an de li Efrînê 270 hevser ji ber sedemên cuda ji hev veqetiyan. Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinan û Yekîtiya Rewşenbîran ên Efrînê li gorî lêkolîna ku li ser mijarê kir da zanîn ku 75 ji sedî hevserên jin doza veqetandinê kirine û ji sedî 25'an hevserê zilam biryar dane.


Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin 75 ji sedî jinên ku ji hevserê xwe veqetiyane temenên wan di navbera 18 û 25 salan de ne, 25 ji sedî di navber 25 û 35 salan de ne û yek ji sedî di ser 35 salî ne.


Li gorî lêkolîn û hejmartinên Navenda Perwerde û Zansistê ya Jinan sedema veqetandina hevseran ji ber zweicandina jinan di temenê biçûk de, ferqa temen di navbera jin û zilam de, di dema zewicandinê pîvanên civakî li ber çavan nayên girtin û hin kevneşopiyên ku rê nadin herdû alî hevdû nas bikin. Berpirsyarên Navendên Jinan destnîşan kirin ku sedema herî zêde ku dibe sedema veqetandina jin û hevserê xwe zewicandina di temenê biçûk de ye.Li aliyê din jî hate destnîşankirin ku yek ji sedemên veqetandinê ew e ku zilam pir ji jinan mestir be, heta di caran de zilam bi 15 salan ji jinan mestir e.


Li aliyê din hate diyarkirin ku sîstema desthildar, civak ji çanda zewaca durist dûr xistiye û ev yek bûye sedema ku tundiya canî, îxanet, rewşa aborî, destwerdana malbatan di jiyana herdû hevjînan zêde bibe û civak ji rastiya xwe dûr bikeve.


Veqetandin çi bandorê li ser jin û zarokan dike?


Li gorî zandistên piskolocîk û civakî herî zêde veqetandina dayîk û bavan bandorê li zarokan dike û di gelak caran de zarok di nava nakokiyên di navbera dayîk û bavên ji hev qutbûne winda dibin. Zarok di nava nakokiyan dibe xwedî kesayetek lawaz û gelek caran dibe sedema dûrketina ji irf û adetên civakê.


Jin jî dema veqetandinê di mala bavê xwe de ji ber ku tiştek di destê wê de tune ye nikare bi sere xwe bibe xwedî biryar. Ji ber vê yekê gelek jinên ji hevserê xwe veqetiyane bê ku xwedî derfetên jiyanî bin û di bin destên sîstema desthildariya mêr de di rewşên ne rehet de jiyan dikin.


Çareserî çiye?


Li gorî lêkolînên rêxistinên jinan ên Rojavayê Kurdistanê rêbaza çareserkirina rewşa jinan û rêgirtina li pêşiya veqetandina hevseran dê di riya pêşxistina civakê û pêşxistina çanda azadiya zayendî dê pêk were. Di vê mijarê de pêwîste civak bê pêşxistin û bermahiyên hêzên sermyandar ku hemû gemara xwe li ser civakê ferz kiriye bê rakirin. Li aliyê din pêwîste jin fêrî çanda xweperwerdekirin û karkirinê bibie û bi xwe sîstema xwe ya aborî ava bike. Di vê mijarê de pêwîste navendên perwerdeya jinan ku niha li Rojava hatine vekirin bêne zêde kirin û derfetên kar perwerdekirina jinan bêne zêdekirin. Her wiha semînerên derbarê mijarên jinan bi awayekî bê qutbûn bêne dayîn.


Rêxistina Yekîtiya Star yekem rêxistina Sûriyê ye


Li Rojavayê Kurdistanê û bi armanca çareserkirina pirsgirêka veqetandinê û hemû pirsgirêkên jinan Rêxistina Jinan a Rojava ku di sala 2005'an hate damezirandin gavên mezin avêtine. Yekîtiya star gavên herî mezin di pêngava şoreşa azadiyê ya Rojava de avêtine û di riya navendên xwe ku li seranserî bajarên Rojava û gelek deverên Sûriyê hatine vekirin pirsgirêkên jinan çareserdikin û jinan di mijarên civakî, siyasî û taybetmendiya jinan de perwerde dikin.


Yekîtiya Star bi armanca ku bermahiyên sîstemên desthiladariya mêr di zûtriîn deme de ji ser jinan rake lez daye xebatên xwe û bi armanca pêşxistina azadiya jinan xebatên giran buha dimeşînin. Li hemû navendên jinan ji bilî sîstema perwerdeyan semîner bi awayekî asayî têne lidarxistin û rastiya jinan ji wan re tê şîrovekirin.