Makînîst Yuksel: Her tişt bi baweriyê re dest pê dike!

10:46

Zehra DOGAN / JINHA


AMED – Li Tirkiyeyê 4 makînîstên jin hene her çar makînistên jin jî kurd in. Yek jî makînîstan Yuksel Şenguner e û Yuksel, wiha got: “Ligel hemû zext, zordarî û nêrîna cinsiyeta civakî min serkeftinek bi dest xist, ev serkeftin girêdayî pêşketina jinên kurd e.”


Li Tirkiyeyê karê makînîstî wekî karê mêran tê dîtin. Ji ber ku kar û bare û pîşeyeke girane. Li gorî zîhniyeta heyî divê jin li malê zarokan xwedî bike, xwarin çêke û bi karê malê re mijûl bibe, ji bilî vî tu mafê jinê nîne. Di nav jiyanê de jina ku di rêza duyem de dihat dîtin, bi serkeftina jinan ev nêrîn ber bi windabûnê ve diçê. Mînaka herî girîng jî Yuksel Şenguner e. Yuksel li sînemaya Ewropayê ya Amedê makînîstiyê dike. Yuksel, got ku dema jin heza xwe ferqa bike, dê gelek tiştan bike, karê ku jin bike mêr bike nîne, her mirovek dikare her karê bike. Yuksel, daxuyand ku dema jin xwe bi bawer bû û xwe ji bin siya mêr rizgar kir dikare bighije serkeftinê.


‘Çima nabe?’


Makînîst Yuksel, di axaftina xwe de bal kişand ser karê makînîstiyê û da zanîn ku di  nav civakê de karê makînîstî wekî karekî mêran tê dîtin, qaşo hêzeke fîzîkî û meji dixwaze, lê ne wisaye. Yuksel, di sala 2004’an de bi bilêt firotinê li salona Sînemaya Ewropayê ya Amedê dest bi kar kir. Yuksel, bi van hevokan qala karê xwe kir: “Hevalê min ê makînîst gelek alîkarî da. Dema min bilêt difirot, eleqeya min ji makînîstiyê re jî çêbû. Ji ber ku nêrîna feodaltiyê di nava civakê de xurt bû, tu mafê te nîn bû ku tu vî karî hîn bibi. Mêr her tim di her karê de xurt û bi hêztir dihat dîtin. Ez jî di vî baweriyê de bûm. Lê heya demekî. Ez bi vekirin û girtina tuşên makîneyê hinê kar bûm. Ez gelek bi heyecan bûm. Rojek hevalê min nehat ser kar. Divê yek fîlmê bida destpêkirin. 45 fîlmhez li benda fîlmê bûn. Ez neçar mam ku makîneyê bidin xebatê. Min bi serkeftî karê xwe kir û fîlm dest pê kir. Piştî fîlmê min fêm kir ku ji bo vî karî ne hêza fîzîkî û ne jî mejiyê mêr hewceye.”


‘Êdî jiyanê şîrove dikim…’


Yuksel Şenguner, bi alîkariya hevalê xwe bêtir vî karî pêş xist, êdî fîlm amade dikir. Yuksel dema karê xwe dikir ji hêla derdorê ve pir dihat şopandin. Yusel, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Gelek matmayî diman û digotin jinek çawa dikare vî karî bike û dihatin makînê meze dikirin. Li gorî civakê jin nikare karê ku mêr dike bike. Jinê qels dîditin. Malbata min malbateke zanebû û ji ber vê jî bertekeke neyînî nîşan nedan. Ji ber karê xwe min gelek fîlm temaşe kir. Ev fîlm nêrînên min a jiyanê jî guhert. Bi saya fîlman ez êdî jiyanê şîrove dikim û rexne dikim.”


‘Divê makînîstên jin hebin’


Yuksel, 9 sal in li sînemaya Ewropayê wekî makînîst dixebite, Yuksel, destnîşan kir ku gelek jin niha dixwazin bibin makînîst û Yuksel jî li gorî hêza xwe alîkarî dide hînê jinan dike. Yuksel, wiha axivî: “Gelek jinên ku dixwazin bibin makînîst ji ber nêrîn û feraseta civakê nikarin karê xwe herî dawiyê bidomînin. Di nava civakê de ji bo jin û mêr rolek hatiye aşkerakirin. Tu nikari li dijî van rolan derkevi.  Ez dixwazim vî karî hîn hemcinsên xwe bikin û ev kar ji hêla jinê ve bê domandin.”


‘Ji siya mêr rizgar bibin’


Li Tirkiyeyê 4 makînîstên jin hene û her çar jin jî kurd in. Yuksel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serkeftina jinan girêdayî pêşeketina jinên kurd e. Divê jin hêza xwe ferq bike. Karê ku jin bike û mêr bike nîne. Her mirov dikare her karî bike. Dema jin xwe bibawer be û xwe ji bin siya mêr rizgar bike dikare bighije serkeftinê.”


Wêne: Eylem DAŞ


Kamera: Zehra DOGAN


(zd/gk/la)